Pirtik (şîranî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirtik navê çend xwarinan e di pêjgeha kurd de. Kilora wê jî heye. Wekî şîranî li Amedê tê xwarin. Dîsa li Botan û herêma tolhildanê jî ji hin şîraniyan re pirtik dibêjin. Herçendî hinekê cuda bin, jî têkela wan nêzîkê hevûdu ne.

Berkeliya pirtika Amedê (Rihayê jî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 100 gr rûnê nivîşkî yê helandî
  • 150 gr fistiqê Dîlokê (Entab)
  • Hevîr (têra xwarinê)
  • Doşavî (şerbet)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevîrê xwe vekin, pelhevîrkan (şikeva) amade bikin û devê stekanekê (qedeh) gloverikan jê jêbikin. Hevîrê zêde yê ji ber wan gloverikan maye, bistrên wê hevîrê xwe li ser texteyekê risteyî bikin, ango wekî şirîtan bibirrin. Paşê wan jî wekî pîvazê hûr bikin.

Gloverikên xwe raxin, wan hûrikên we ji wê hevîrê zêde birrîbû li ser gloverokan parve bikin. Fistiqên Dîlokê jî bidin ser wan hûrikan.

Gloverokên xwe li tiyanê rêzbikin (sêniya frineyê, pijandinê). Rûnê nivîşkî yê helandî pêwerbikin, di germiya 170-170 pileyî de, heya rûyê wan sir bûn, bipijînin.

We ji firneyê deranî, doşaviya germ berdin ser û bînin ser dextexaneyê (sifre).