Pisîka Wanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pisîka Wanê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Pisîka Wanê.

Pisîka Wanê, (Felis catus) cûreyeke taybet a pisîka malê ye ku li herêma Gola Wanê ya çiyayên Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin.

Pisîkên Wanê 25 roj piştî zayînê çavên wan vediguhere rengekî din. Bi awayekî normal mezin in xwedan pirçên spî yê û carinan bi rengê sor li ser û pişta wan hene. Çavên wan ên şîn an qehweyî an jî heterokromiya ku ji her çavek bi rengek cuda ye, heye.[1] Pisîka Wanê wekî "pisîka avjeni" tê binavkirin ku hatiye dîtin li Gola Wanê avjeniyê kirine.[2]

Tîpa pisîka Wanê ya ku bi xwezayî diqewime, di nav gel de tê bawer kirin ku bingeha nîjada Wanê ye, ji hêla gelek rêxistinên pisîkên ve hatiye standardîzekirin û hatiye nas kirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas ne diyar be jî tê pêşkêşkirin ku Pisîka Wanê bi sedsalan e ku li derdora bajarê Wanê û li seranserê herêma Gola Wanê dijîn.[3] Lêkolînên genetîkî destnîşan dikin ku cisnê Pisîka Wanê ji pisîka çolê ya afrîkî (Felis lybica), ji bo kontrolkirina mişkan, bi qasî 9000 sal berê li Rojhilata Nêzîk, dema ku civakên nêçîrvan-berhevkar derbasî çandiniyê bûne, hatiye kedîkirin.[4][5]

Taybetmendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji Pisîka têjik a Wanê.

Pisîkên Wanê bi tevahî spî ne. Lê bi kêmasî li hinek cûreyên pisîkên Wanê bi piranî spî ne û li dora poç û guhên wan îşaretên qehweyî hene. Li gorî belgefîlma BBC ya sala 1991ê, Pisîk ku ji hêla Roger Tabor ve hatiye nivîsandin û pêşkêş kirin, şêniyên herêma Wanê tenê tîpa tev spî wekî pisîkên Wanê nas dikin. Taybetmendiya wan a genetîkî ya herî berbiçav çavên wan ên bi rengê cûda ne ku çeva rastê şîn û çeva çepê jî zer e.

Endamên herî bi nirx ên celebê cûreya tev spî û yek çavek zer e û yek çavek şîn e.

Tevger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pisîkên Wanê bi avjeniya gola Wanê têne naskirin. Lushington wiha diyar dike: "Ji xeynî kapasîteya wan a mezin a ji bo hezkirin û hişmendiya hişyar, taybetmendiyek wan ê berbiçav ev e ku bervajî yê pisîkên din, hezkirina wan ê avê ye. Ew ne tenê di nav avê de dizivirin û pê dilîzin, lê tê zanîn ku ji bo avjeniyê jî dikevin avê". Belgefîlma BBC ya Tabor dibêje: "Sedema wanên navûdengiyê ev e ku wekî 'pisîka avjenger' têne zanîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "NEWSPOT". web.archive.org. 18 tîrmeh 2006. Ji orîjînalê di 18 tîrmeh 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ Pond, Grace (1972). The complete cat encyclopedia. New York,: Crown Publishers. ISBN 0-517-50140-6. OCLC 488437.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  3. ^ Pond, Grace (1972). The complete cat encyclopedia. New York,: Crown Publishers. ISBN 0-517-50140-6. OCLC 488437.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  4. ^ "Africats to the Purr-ymids: DNA study reveals long tale of cat domestication". the Guardian (bi îngilîzî). 19 hezîran 2017. Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2022.
  5. ^ Lipinski, Monika J.; Froenicke, Lutz; Baysac, Kathleen C.; Billings, Nicholas C.; Leutenegger, Christian M.; Levy, Alon M.; Longeri, Maria; Niini, Tirri; Ozpinar, Haydar (2008). "The Ascent of Cat Breeds: Genetic Evaluations of Breeds and Worldwide Random Bred Populations". Genomics. 91 (1): 12–21. doi:10.1016/j.ygeno.2007.10.009. ISSN 0888-7543. PMC 2267438. PMID 18060738.