Gola Wanê
Gola Wanê | |
---|---|
![]() | |
Bilindî | 1.646 m |
Rûber | 3.713 km2 |
Dirêjî | 120 km |
Firehî | 80 km |
Kûrahî | 171 m |
Qeware | 6,07.1011 m3 |
Koordînat | 38°38′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.63333°Bk 42.81667°Rh |
Nexşeya cihan Tirkiye
| |
Cure | Bixwê |
Girav | Axtamar, Lîm, Artî, Çixatan (Gdûtz) |
Behra Wanê yan Gola Wanê yan jî Deryaçeya Wanê, gola herî mezin ya Tirkiye ye (3.713 km²).
Ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Tirkiye û cîhanê ye. Di nava golê de 4 girav hene. Navê van giravan: Girava Extirmanê, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan e. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Nari, Behra Jorîn û Deryaçe (Derya Biçûk) hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene.
Li behra Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.
Giravên Gola Wanê[biguherîne]
Di Gola Wanê de çar girav hene:
Di avên golê de masiyekî bi navê darex heye.
Galerî[biguherîne]
Dîmenek ji dêra Axtamarê