Portal:Kurdistan/Serok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mesûd Barzanî kurê Mistefa Barzanî, serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDK ye.

Mesûd Barzanî di eynî roja ku PDK hat avakirin; roja 16ê tebaxa 1946ê li Mehabadê ji dayika xwe bû. Wê demê bavê wî Mistefa Barzanî bi rutba generaliyê fermandeyê hêzên çêkdar ên Komara Kurd a Mehabadê bû.

Gava Komara Mehabadê hilweşiya ew bi bavê xwe re vegeriya Barzanê, Kurdistana Îraqê, ciyê bavûkalan. Lê wê demê hukumeta Îraqê a Îranê û ya Tirkiyê bi hevalbendî Barzanî xistin hesarê, xwstin wan teslîm bigirin. Mistefa Barzanî tevî 500 hevalên xwe yên pêşmerge, bi rêwîtiyeka dûrûdirêj bi şerekî li hemberê sê welatan xwe gihand Yekîtiya Sovyetan. Mesûd Barzanî devî dayika xwe û zarok û jinên din ên Barzaniyan li Kurdistana Îraqê man, hukumetê ew ji ciyên wan ber bi herêmên din ên Îraqê sirgûn kirin. Mesûd Barzanîyê piçûk jî bi diya xwe re çû Mûsilê ba bapîrên xwe û 12 salan li wir ma.