Projeya Roja Piştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Projeya Roja Piştî (bi îngilîzî: The Day After Project) rêxistineke sûrî ya nehikûmî ye ku di meha tebaxa 2012an de hate sazkirin[çavkanî hewce ye]. Armanca rêxistinê piştgiriya transîsyon û veguhestineke demokratîk li Sûriyê ye.

Grûpên cuda ji gelê Sûrîyê bi ser hev de aniye da ku hewildaneke serbixwe bidin ber çavan ji bo amadekirina planeke veguhestinê di Sûriyê ya piştî Esed. Kesên beşdar ji aliyên pir-reng yên opozisyonê ne ku ji adara 2011an û vir de jibo roxandina hikûmeta Beşar Esed dixebitin.

Projeya Roja Piştî: Dîrok û Nêrîna Giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbera meha Yekê û ya Şeşê ji sala 2012an de, nêzîkî 45 beşdarên Sûrî şeş caran li hev kom bûn, bi piştgiriya pisporên navneteweyî yên plankirina veguhestinê, da ku nêrîneke hevbeş jibo pêşeroja demokratîk li Sûriyê ava bikin, û belgeyeke hûrbîn lê nerm jibo plana veguhestinê amade bikin. Proje li ser bingeha nebûna nêrîneke yekbûyî ji bo pêşeroja Sûriyê û ji ber plankirina konkret û hûrbîn wekî bersiv bo zehmetiyên girîng ku ligel dema veguhestina piştî Esed dê derkevin, hate amade kirin.[1] Belgeya Roja Piştî ne nimûneyeke veguhestinê ye. Kesên di projeyê de beşdar bûn karê xwe, wekî bernivîsek ku gav bi gav were meşandin, nedan pêş. Mebesta vê belgeyê ew e ku beşdariyeke berdewam di nav gelê Sûriyê de ava bike ji bo nêrîna xwe di Sûriyê ya piştî Esed de bidin. Herwiha ji bo zanibin çi pêwîst e were kirin ji bo veguhestina ber bi vê nêrînê ve. Bi vê baweriyê, ev belge di nav beşdarên projeyê de dibe wekî xala destpêkê ji bo gengeşe û pêşveçûna zêdetir – destpêkê û berî herkesî di nav hemwelatiyên Sûrî xwe bixwe. Danûstandin li nav şeş grûpên kar pêk hatin ku babetên siyasetê yên girêdayî veguhestineke serkeftî pêşkêş dikirin: desthilata yasayê, dadmendiya veguhêz, reformên kerta ewlekariyê, reformên hilbijartinî û damezrandina civateke destûrî, planeke destûrî, û jinûve avakirina abûrî û siyaseta civakî. Di dawiya tebaxa sala 2012an de, projeyê belgeyek weşand [li jêr bibîne] ku nêrîneke sergihayî ji bo qonaxa piştî Esed dide pêş, ligel prensîp û armancan rêk dikeve, zehmetî û rîskan dide zanîn û pêşniyarên konkrêt ji her yek ji şeş wan babetên siyasetê datîne pêş. Herwiha belge pêşniyaran ji bo standardên ku di cih de bibin bingeh ji bo veguhestineke serkeftî, pêşkêş dike.

Rêxistin, Piştgirî û diravî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bin rêberiya komîteyeke Sûrî ya Cîbicîkirinê, proje bi riya Enstituya Amerîka ya Aştiyê hatiye meşandin ligel hevkariya Enstituya Almanî jibo Karûbarên Navneteweyî û Ewlekarî (Stiftung Wissenschaft und Politik, SWP). Pisporên teknîkî yên rêber nêrîn û piştgiriya danûstandinên grûpan kirine. Komîteya Cîbicîkirinê rêkeftiye ku xwe wekî rêxistineke ne qezencbir bide nasîn û projeya Roja Pişt re li Belcîkayê were tomar kirin. Ofîseke demkî dê li Stenbolê vebe û Toreya Piştgiriya Veguhestina Sûriyê dê çavdêriya pêşveçûn û pêkanîna pêşniyarên nû bike ku ji aliyê grûpên kar di sê warên girîng de werin destnîşan kirin: reforma kerta ewlekariyê, dadmendiya veguhêz û desthilata yasayê. Çalakiyên projeyê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka, Wezareta Derve ya Swîsrayê, Rêxistina Holendî ya ne Hikûmî (Hivos) û Rêxistina Norwêcî ya ne Hikûmî (Noref) ve di warê diravî de hatiye piştgirtin. Herwiha, Wezareta Derve ya Almanyayê bi şêweyekî girîng piştgiriya projeyê kiriye ku serkeftî be.

Endamên Komîteya Cîbicîkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Afra Jalabi

Amr Al-Azm

Diaa Doughmosh

Emad Tinawi

Murhaf Jouejati

Najib Ghadbian

Rafif Jouejati

Rami Nakhla

Sadek Jalal Al-Azm

Salam Kawakibi

Wajdy Mustafa

Beşdarên Grûpa Kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Abdulah Alsayed

Abdulrahman Alhaj

Ayman Al-Omar

Bassam Ishak

Bassma Kodmani

Eiad Charbaji

Fares Helou

Fawaz Tello

Ferhad Ahma

Hammam Yousef

Hozan Ibrahim

Husam Alkatlaby

Kamal Allabwani

Mahmoud al-Hamza

Mazen Hashem

Molham Aldrobi

Muna Jondy

Osama Kadi

Oubab Khalil

Radif Moustafa

Radwan Ziadeh

Rajaa Al-Talli

Sadiqu Al-Mousllie

Sawsen Raslan

Yasser Tabbara

Jêder[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Belgeya „Roja Piştî, Piştgiriya Veguhestineke Demokratîk li Sûrîyê“ bi Erebî û Inglîzî li vir peyda dibe www.tda-sy.org.

Bo xwendinek zêdetir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lînkin din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]