Proleter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di cîvakê de çînên proleter û yên din

Proleter (ji latînî proletarius bi wateya "kesê ku ji çîna herî jêr a gel") kesê ku di cîvakê de bêmal û milk û bo qezencê xwe hewcederê xerc kirina keda destê xwe ye. Gorî teoriya marksîzmê ew di cîvakê de li hembera burjuvayan cih digire. Têgiya proleter jî wek ew her kesê ku tenê xwediyê wertê xwe (latînî: proles, "zurryet") ye.

Di Împeratoriya Romayê de proleter ew kesên bêwelat bûn, lê wextê ku Şoreşa Pîşesaziyê dibe ji nû ve bo kesên bêmal û milk hat bikaranîn. Ji pê Şoreşa Pîşesaziyê re proleter ew kesên ku ji gund û bajarên çûk de koça bajarên bi pîşesaziyê pêş de ketinî û li wir bêçare di fabrîqeyan de bi kardanê dorê 18 seaten û bêwês û bê tetîlê heftayî dişixulîbûn.

Marksîzmê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Marksîzmê de proleter ew kesê ku emek û keda xwe difroşeye. Gorî Marksîzmê proleterê li hembera vê bêedaletiyê derkevin û pê şoreşê re jî diktatoriya proleteran saz bikin. Lê ew heta îroj li çend welatan hat ceribandin jî bi temamî wek dihat guman kirin endam neda.