Marksîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Marksîzm rêbazeke siyasî, zanistî û rewşenbîrî ya bibandor e ku hem bi sosyalîzmê û hem jî bi komunîzmê ve girêdayî ye.

Ji nîvê duyemîn ê sedsala 19an de, ji alîgirên felsefevanên alman Karl Marx û Friedrich Engels re wekî Marksîst têne binavkirin. Di wateyek berfireh de, Marksîzm ji bo teoriya aborî û civakî ya ku ji hêla Marx û Engels ve hatî pêşve xistin û hem jî ji bo nêrînên felsefî û siyasî yên têkildar têgînek kolektîf e. Kes û ekolên ramanê yên ku bi rengekî taybetî bi xebata Marks û Engels ve girêdidin jî wekî beşek ji Marksîzmê têne hesibandin.