Psîkiyatrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Psîkiyatrî pirr caran bi şaşî wekî psîkologiyê tê zanîn. Psîkiyatrî jî wekî psîkologî bi pirsgirêkên derûnînasî, normal û anormal re bilî dibe. Psîkiyatrî di dînamîkên tevgerên mirov de metoda biyopsîkososyal bikartîne. Ango bi nexweşiyên organîk re bilî dibe. Heger ti nexweşî an sîmptomeke organîk (laşî) tunebe û dîsa jî nexweşiyeke psîkologîk peyda bûbe, ev dikeve warê psîkologiyê. Her nexweşeke psîkologek divê cara pêşîn ji aliyê psîkîatrek ve bête kontrolkirin.

Psîkiyatrî beşeke tibê ye lê psîkologî nîne. Psîkiyatrî bi teknîkên organîk û dermanan kar dike. Di dema Şerê dinyayê ya duyem de zanîstên ji ber terora Nazî ji Germanistanê reviyabûn û hatibûn Tirkiyê, li Tirkiyê bingeha tiba nûjen davêjin. Gelek fakûlte û beşên zanistiyê ava dikin. Herwekî zanîstên germanan cara yekê li Tirkiyê bo nexweşên psîkologîk klînîkek bi navê Bakirköy dadimezirînin û ew kesên ku jê re "dîn û har" dihate gotin bi zanîstiyê tedawî dibin.

Navê psîkiyatriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev têgîn an binavkirin cara pêşîn sala 1808 ji aliyê bijîşk Johann Christian Reil hatiye bikaranîn. Serî de wekî psîkiyaterî bû. Nav ji bêjeya psîşe (ruh) û îatros ango bijîşk hatiye çêkirin.

Serbixwebûna psîkiyatriyê ne wisa hêsan bûye. Li Almanya heya sala 1945 ji aliyê Naziyan ve herî kêm 100.000 nexweşêb psîkiyatrîk hatine kujtin. Li welatên wekî Tirkiyeyê nexweş zîndanî dikirin an berdidan kolanan.

Reform û pêşketina psîkiyatriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare bêje heya sala 1950 psîkiyatrî ne ewqas serbixwe bû. Nexweşên derûniyê yan bi rêbazên bijîşkiya anatomîk dihatin terapîkirin an jî nexweş ji civakê dûr dixistin ku ziyanê nede. Keda zanistên rojavayî sereke bûye.

Rexne li psîkiyatriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rexne wisa gelek bûne ku îro jî bi navê antîpsîkiyatrî tevgerek ramanî heye. Nivîskar Thomas Szasz û Ronald D. Laing an civaknas Michel Foucault digotin nirxandina normal-anormal ne zanistî ji nêrîna pirraniyê ne. Pirranî jî ne her dem mafdar û normal e. Îro êdî ev roj derbas bûne, psîkiyatrî bi rêbazên nûjen xizmetê dike.

Psîkiyatrî bi gelek beşên zanistiyê re dixebite, bi taybetî psîkolojîyê re. Heger nexweşiya ruh organîk be karê psîkiyatriyê, ne organîk be yê psîkolojiyê ye.

Hin şaxên psîkiyatriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Erwin Heinz Ackerknecht: Kurze Geschichte der Psychiatrie - Kurtedîroka psîkiyatriyê, 3. Aufl. Stuttgart 1985 (almanî)
  • Mathias Berger (Hrsg.): Psychische Erkrankungen. Klinik und Therapie - Nexweşiyên psîkiyatrîk. Klînîk û terapî. 2. Auflage. Urban und Fischer, München 2004, ISBN 3-437-22480-8
  • Thomas Bock, Hildegard Weigand (Hrsg.): Handwerksbuch Psychiatrie - Pirtûka destê ya psîkiyatriyê (Lehrbuch). Bonn: Psychiatrie-Verlag, 5. Aufl. 2002, 688 Seiten, ISBN 978-3-88414-120-5
  • Andreas Marneros, F. Pillmann: Das Wort Psychiatrie wurde in Halle geboren. Von den Anfängen der deutschen Psychiatrie. - Bêjeya psîkiyatriyê li Halle derhatiye. Ji destpêka psîkiyatriya Alman Schattauer Verlag, Stuttgart 2005, ISBN 3-7945-2413-6
  • Ewald Rahn, Angela Mahnkopf: Lehrbuch Psychiatrie für Studium und Beruf - Pirtûka psîkiyatriyê bo perwerde û pîşeyê. Psychiatrie-Verlag, 3. Aufl., Bonn 2005, 768 Seiten, ISBN 978-3-88414-378-0
  • Heinz Schott und Rainer Tölle: Geschichte der Psychiatrie. Krankheitslehren, Irrwege, Behandlungsformen - Dîroka psîkiyatriyê. Naskirina nexweşiyan, riyên çewt, awayên terapîkirinê. Beck, München 2006, ISBN 978-3-406-53555-0
  • Hans-Jürgen Möller, Gerd Laux, Arno Deister: Psychiatrie und Psychotherapie - Psîkiyatrî û psîkoterapî. 4. Aufl., Stuttgart 2009, ISBN 978-3-13-128544-7

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]