Psîkolojiya klînîkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Bi pirranî gava behsa psîkologiyê an psîkologan tê kirin, dîmenê psîkologên klînîkê tê ber çavan. Lê psîkologiya klînîkê tenê şaxeke psîkologiyê ye. Bi naskirin, şîrovekirin û tedawiya nexweşiyên psîkologîk re bilî dibe. Kesên psîkolog perwerdeya psîkologî û psîkanalîtîkê dîtine lê di warê bijîşkî, anatomî û nexweşiyên bingeh-organîk de ne pispor in. Nexweşiyên bingeh-organîk karê psîkiyatriyê ye.

Psîkologê klînîkê pirranî di nexweşxaneyan de bi psîkiyatrîstan re dixebite û di tedawîkirina nexweşiyên giran wekî şîzofreniyê de jî cihdigire. Dîsa di klînîkên xwe yên taybet de bi tedawîkirina nexweşiyên ne bingeh-organîk re bilî dibin. Testên psîkologîk, rêbaza psîkanalîz, hîpnotîzm hwd alavan bikartînin. Psîkolog nikarin dermanan bidin.