Qanûna siruştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qanûna siruştî, qanûna xwezayî, qanûna xweriskî (bi latînî lex naturalis) teoriyeka exlaqî ye ko dibêjit qanûnek heye ko xwerisk wê dadinit û jiber vê jî li hemî deran heye û wekhev e. Qanûna siruştî beranberî qanûna danayî dihêt ko hukmet, civak an netewe-welat dadinên. Bi vî awayî, qanûna siruştî dikarit wekî pîverekî jibo rexnekirina qanûnan bihêt bikaranîn. Di dadweriya qanûna siruştî da, naveroka qanûnên danayî bê îşaretkirina bi qanûna siruştî (an tiştekê mîna wê) nahêt zanîn. Bi vî awayî, qanûn nahêt rexnekirin, tenê dihêt berêkvedan. Zarava qanûna siruştî carina li şûna mafên xweriskî an edaleta xweriskî dihêt bikaranîn. Lê gelek ji hizirmendên siyasî û felsefî ên nûdem ji têkhilkirina van têgehan xwe didin paş.

Qanûna siruştî bandoreka mezin li ser pêkhatina Qanûna Giştî ya Înglîzî hebûye. Felsefeyên Thomas Aquinas, Francisco Suárez, Thomas Hobbes, Hugo Grotius, Samuel von Pufendorf, û John Locke ev qanûn salixandine.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bikaranîna zarava qanûna siruştî, bi rengên wê yên corbicor ve, di dîrokê da gelek guhartin dîtine. Gelek teoriyên cida û guhartî li ser qanûna siruştî hene, cidahiyên gelek mezin di warê diyarkirin desthilata exlaqî di diyarkirina desthilata qanûnî ya norman di wan da hene.