Qeliya deqsorê
Xuyakirin
Qeliya/qelandina deqsorê, deqsorqelîn cure xwarineke masiyan ji koma xwarinên masî û deryayî yê pêjgeha kurd e. Gelên cîran jî çi deqsora ava vexwarinê ango çem û golan, çi jî ya deryayî be, deqsorê diqelînin.
Deqsor (bi latînî salmo trutta), masiyek e û li derya, çem û golan gelek e. Beriya avabûna Komara Tirkiyeyê heya nêzîkî sînorên parêzgeha Antalya ya li peravê Deryaya Navîn, gund û warên kurdan hebûn û xwarinên ji berhemên deryayê ji yê din bêhtir bûn (binêrin dîroka êla Sînemiliyan).
Pêjgeha kurd de masî û berhemên deryayî cihekê girîng digire. Li Kurdistanê di pirraniya çeman de deqsor heye û tê girtin.
Berkelîn (bo şeş kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 12 deqsor (ji yên hinekê mezin)
- 2 fringî (tomatos, pamîdor, bacanê sor)
- 2 serî pîvaz (ên sor)
- 12 pelên defneyê (qar, laurus nobilis)
- Kuzel (kûzele, roka)
- Lîmon
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Deqsorê baş pakij dikin, hundirê wê û gûseyên (dasî) wê dertînin. Nava wan ji şelên lîmon û pelên defneyê tê dagirtin. Li berkeşê (sênî) radixin û di germiya 200 gradê de davêjin argûnê. Heya serê masiyan sor bû dipijînin.
- Pijiya, beriya bînin ser destexaneyê, bi tevî seleteya wê ya ji pîvazên tîkekirî, kahû (kaho, xes) û kuzelê ye tê xemilandin. Bi germî tê xwarin.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |