Qepsûla Bowman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qepsûla Bowman bi şeweyê fîncan e û gloka mûlûleyan dipêçîne.

Qepsûla Bowman an jî qepsûla glomerulê (bi înglîzî: Bowman's capsule / glomerular capsule)

Nefron bi eslê xwe ji lûlekek pêk tê. Serê lûleka nefronê girtî ye kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin.[1][2]

Ev pêkhate cara pêşîn di sala 1841ê de ji aliyê zanyarê Înglîz William Bowman ve hatiye keşfkirin loma ev pêkhate bi paşnavê vî zanyarê hatiye navkirin[3] Lê hin caran li dewsa Qepsûla Bowman, peyva qepsûla glomerulê jî tê bikaranîn.

Qepsûla Bowman û glomerul bi hev re wekî tenolkeyê gurçikê tên navkirin. Tenolke di tûkila gurçikê de cih digirin.[4] Şileya ji glomerulê hatiye parzûnkirin, diherrike nav qepsûla Bowman.[5] Şileya parzûnbûyê ji qepsûla Bowman ber bi lûleka badayî ya nêzîkî ve tê arastekirin.[6]

Pêkhateya qepsûla Bowman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qepsûla Bowman ji du çînan (tebaqe) pêk tê. Çîna navî (bi înglîzî: visceral layer) û çîna derveyî (bi înglîzî: parietal layer)

Çîna navî glomerulê dipêçe û rasterast li ser giloka mûlûleyan de dirêj dibe.[7] Çîna navî ji xaneyên taybet ên bi navê podosît (bi latînî: podocytes), çîna derveyî jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade (bi înglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Di navbera herdu çînan de valahiya qepsûlê heye. Her ko xwîn di giloka mûlûleyan de derbas dibe, madeyên tîwawe û ava nav xwînê ji giloka mûlûleyan tên parzûnkirin û derbasê valahiya qepsûlê dibin.[8] Tu erkê çîna derve bi parzûnkirina plazmayê nîn e.[9]

Qepsûla Bowman û glomerul tenolkeyê gurçikê pêk tînîn.

Xaneyên podosît ên çîna navî niçikên dirêj lixwe digirin. Ji niçikên podosîtan re pedîsel tê gotin (pedicellus= piyê biçûk). Pedîsel derdora mûlûleyên gilokê dipêçînin bo destek bidin diwarê mûlûleyan, lê tevahiya mûlûleyên xwînê bi pedîselan dapoşî nîn e. Di navbera pedîselan de qelîştokên zirav hene û wekî gelîştokên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration slits) tên navkirin. Madeyen nav plazmaya xwînê di qelîştokên parzûnkirinê de derbasê valahiya qepsûle dibin. Herwisa mûlûleyên gilokê jî kunikdar in, ango ji bo parzûnkirina madeyan li ser mûlûleyên gilokê de kunik (bi înglîzî: pore) hene. Qelîştokên parzûnkirinê yên podosîtan û kunikên mûlûleyên gilokê wekî perdeya parzûnkirinê ya giloka mûlûleyan tê navkirin.[8]

Mezinahiya qelîştokên parzûnkirini rê li ber parzûnbûna molekulên gir û xaneyên xwînê digire. Wekî mînak proteîna albumîn û xaneyên xwînê yên xiroka sor û perikên xwînê, nayên parzûnkirin. Molekulên hûrik ên wekî av, xwê, glukoz, asîdên amînî, ure, vîtamîn û hvd bi hêsanî tên parzûnkirin.[9]

Bi parzûnkirina xwînê, hinek ji şileya plazmayê xwînê, ji perdeya parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Şileya parzûnbûyî êdî wekî şijû (bi înglîzî: flitrate) tê navkirin. Şijûya nav valahiya Qepsûla Bowman, hê nebûye mîz û dişibe plazmaya xwînê.[10] Lê divê di nav şijuya plazmaya mirovek tendirust de proteînên gir û xirokên sor tune bin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  5. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  8. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  9. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  10. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.