Xiroka sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji milê çepê ber bi milê rast: xiroka sor, perika xwînê, Xiroka spî

Xiroka sor an jî erîtrosît cureyek ji xaneyên xwînê ye. Di zanista bijîşkî de kurtenivisa wî RBC (bi înglîzî: Red Blood Cell) e.

Xiroka sor bi şeweyê xepleyî û rûçalî hê pirtir oksîjen diguhezîne.

Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor(erîtrosît) in.[1] Moxê sor ê hestî xirokên sor berhem dike. Karê sereke yê xiroka sor, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Şêweyê xirokên sor, şêweyê xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in.[2] Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhastina oksijen hêsantir dibe. Xirokên sor ên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu endamok û navik li xwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kisikokan. Xirokên sor proteînek gogî li xwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ku navik, mîtokondrî û endamokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji boy hemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen li xwe girê dide û ji pişikan diguhezîne xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komeleya xwîna mirov diyar dikin. Di moxê sor ê hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2400000 xirokên sor tê çêkirin, herwisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipilê de tê embarkirin.[3] Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye.[4] Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînê dikeve. Navê din a kêmxwînîyê anemî ye.

Xwîn ji plazma û xaneyên xwînê pêk tê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Johnson, Leland G. Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown, 1987. ISBN 0-697-04972-8 ,p 307
  2. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 793 [1]
  3. ^ Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4,p 951
  4. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4, p 959