Çilbazar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qerxebazar hat beralîkirin)

Gundê Çilbazar berpala çiyan de hate avakirin. Ewilîn kurd é welaté jér (Botan) ji boy pezé xwe mehé havîné biçérîne hatiye vanderan û bi zeman ve li vir cih bûne. Té zanîn ku xeynî kurda geleke qedîm û kevnar Ermenî jî li vir dijiyan.

Li rojilat é gund Warto, rojava Kanîreş (kanreş=kaniyareş), başur gundeke Kanreş é Siqavêla, bakur jî tixûb é gund heta ku Erzirom û qeza Erziromé Tekmané diçe.Deştek gund a mezin heye,çiyayê gund bi héla çem û kaniya ve dewlemend e. "MÎHRÎCAN A TAVÊ" li çiyayé gund é bi navûdeng KOX pékté.

Şéniyé gund bi piranî debar a xwe bi pez dike. Gund çarsed xaneyan pék té.Xelkên gund bi piranî welatparêz in.

Navé gund bi esasî ÇİLBAZAR e. Té gotin ku gund di héla danûstandiné de,li derdoré cihekî navend bûye. çav min de jiyînek navhevî tiştek wiha afirandiye. yané zen'atkariya Ermeniyan; çandin û ajalkarî ya Kurdan berek wiha daye. Navé gund dû dagirkeriya Tirkan hate guherandin, ewilîn kirine "Kirkpazar" nuha jî bi héla Tirkan ve wekî "Kargapazar" té binavkirin.Wekî hûn jî dibîne ku navé gund ji wateya xwe dûrketiye.