Baxçe

Baxçe
Bahçeköy
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bîngol
Navçe Kanîreş
Nahiye Kanîreş (navend)
Demografî
Gelhe (2012) 880[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°12′54″Bk 40°54′27″Rh / 39.21500°Bk 40.90750°Rh / 39.21500; 40.90750
Bilindayî 1.815 m
Koda postayê 12900
Koda telefonê (+90) 426
Baxçe li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Baxçe
Baxçe
Baxçe (Tirkiye)

Baxçe (bi tirkî: Bahçeköy), gundekî girêdayî navçeya Kanîreşê ya ser bi Çewlîgê ve ye. Di quntara çiyayî qeralixê de cî digre. Malbata hunermenda navdar Eyşe Şan ji vî gundê bûne, û dûra jê koç kirinê û çûnin. Hemû gundî sunî ne.

Gundê Baxçe di nav gundên Kanîreşê de sêyemîn gundê mezin e. Ji rojavayê gund de çiyayê Qertel, ji Bakurê gund de çiyayê Çavreşî, ji Rojhelata gund çiyayê Çewlîkê û ji Başurê wê de jî çiyayê Şerevdînê hene. Gundên cîran; Bakurê wê de gundê Ceban, Rojhilata wê de gundê Boran, Rojavayê wê de gundê Gamêşan û ji Başurê wê de jî gundê Karabalçık hene. Di gundê Baxçe de tirbeyên bi nav û deng hene. Yek ji van ji çiyayê Qertelê "Şehîdgeha Qertelê" û ya din jî navbera gundê Baxçe û Gundê Boranê de dimîne û navê wê jî " Şehîd-î Abbasan " e û gelek caran ev ziyaretgeh tên ziyaret kirin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2012 880
2000 755
1990 830
1985 828

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. tuik, 2012, ji orîjînalê di 29 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2013
  2. Yerelent, Bahçeköy, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 21 tîrmeh 2013