Here naverokê

Keyaniya Sillayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qiraltiya Sillayê hat beralîkirin)
Silla

신라 (新羅)


57 B. Z. — 935 P. Z.



Silla di dema xwa ya herî rind da li sala 576 P. Z.
Silla di dema xwa ya herî rind da li sala 576 P. Z.

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Gyeongju (Geumseong paşînga Seorabeol)
 Ziman
Zimanê Sillayê (Beşek korêyiya kevnê)
 Dîn
Budîzm, Konfusiyanîzm, Taoîzm, Şamanîzma korêyî
 TBH
 TBH/sal
 Dirav
 Dem
 Nîşana înternetê
 Kd. telefonê
 
 
 
 
 

Gelhe
 sedsala 7emîn 894.680[1] (bi texmînî)
 sedsala 8emîn 2.000.000[1] (bi texmînî)
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   
{{{serokA3}}}
{{{serokA4}}}
{{{serokA5}}}
{{{serokA6}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   Qiral
 57 B. Z. – 4 P. Z. Hyeokgeose (yê ewil)
 540 P. Z. – 576 P. Z. Jinheung
 654 P. Z. – 661 P. Z. Muyeol
 661 P. Z. – 681 P. Z. Munmu
 681 P. Z. - 692 P. Z. Sinmun
 927 P. Z. - 935 P. Z. Gyeongsun (yê dawî)
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Konfederasyona JinhanêKonfederasyona Jinhanê
GojoseonGojoseon
Sillaya YekbûyîSillaya Yekbûyî

Silla (57 B. Z. - 995 P. Z.) welatekî li Nîvgirava Korêyê di heyna Sisê Qiraltiyan da bû. Li sedsala 7emîn bi fikra yekkirina Baekje, Gaya û Koguryoyê ve derket pêş. Piştî ku bihêzbûna Qiraltiya Sillayê dest pê kir, Gayayê kir bin hîmayeyê xwa. Dû ra jibo binhîmayeyêxwaxistina Koguryo û Baekjeyê peymanekî bi xanedana Tang (Çîna hiroyîn) ve çêkir. Lê Xanedana Tang xwast ku Baekje û Koguryo bixwa helgire. Ji ber vê sedemê jî Silla ket şerekî li hember Xanedana Tangê û bi ser ket. Vê çaxê hikumdara 27emîn û birêhvebira yekemîn ya jin Qiralîçe Seondeok yek ji çavdêrxaneyên ewil li Rohhelata Dûr da çêkirin. Ev çavdêrxane hîn jî heye û li deverê Gyeongjuyê ye. Sillayê ku di nav sedsala 8emîn da heyna xwa ya herî rind derbas kiribû, paşînga ji rûyê qiralan ku berjewendiyên xwa difikirîyan hilweşiya û ket destê Goryeoyê ku di heyna xwa ya herî rind da bû.

Siwariyên artêşa Sillayê ji yekîneyên bihesp pêk dihatin. Ji bilî vê yekîneyên ku ji ciwanên ku di bikaranîna şûran hosta bûn û wek Hwarang (Leşkerê çîçek) dihatin navandin da dihatin hilbijartin, rolekî girîng di tarîxa vê xanedanê da lîstin. Li gorî kevneşopiyên Hwarangan berî ku wan diçûn şerekî yan jî dikeviyan daewiyekî rûyên xwa boyax dikirin û guhar dikirin guhên xwa.

Piştî vê yekê heyna ku em wek Sillaya Yekbûyî dinavînin dest pê kiribû û hikuma Sillayê li Nîvgirava Korêyê dest pê kiribû. Lê piştî ku paşînga rêhveberî lawaz bû û kete destê zadeganan û bû lîstoka wan, wêrisê Goguryeoyê Balhae dest bi wergirtina axên bavikên xwa ji Sillayê kir û bi vê yekê jî piştî tarîxekî 1.000 salî Silla ji holê rabû.

Tarîxnas tarîxa Sillayê kirine 3 beş:

  • Heyna damezirandinê 57 B. Z. - 654 P. Z.
  • Heyna navîn 654 - 780
  • Sillaya Yekbûyî 780 - 935

Qiraltiya Sillayê ji hêla sisê klanên (qebîle) cuda Park (박), Seok (석), Kim (김) ve hatiye birêhvebirin. Tarîxnas dibên ku divê xwûn hatibe rijandin ku ev sisê klan serkêşî kiribin. Zate bêyî ku xwûn rijandibe nabe ku sisê klanên cuda welat birêhvebiribin. Klanê Parkê (박) heta ku rastî darbeyekî ji hêla klanê Seok (석) ve hatibû sisê nifş ji vê klanê Sillayê birêhvebirin. Lê piştî ku di navbera wan herdu klanan alozî derketibû klanê Kimê (김) dawî bi vê aloziyê anî û bû ser.

Sillaya Yekbûyî (676 - 935) û heyna Balheyê (698 - 926)

Piştî ku Goguryeo hilweşiya Dae jo youngê ku wek fermandarê Goguryeoyê dixebitiya li herêma Mançuryayê dewletekî nûv bi navê Balhe damezirand. Di serî da Balhae wek welatekî bihêz pêş ketsa jî ji hêla Goranan ve hat hilweşandin û piştra jî ketiye destê Goryoeyê. Li hêla din Sillayê ku sisê qiraltî yekkiribû pêşketina xwa bi têkiliyên çandeyî yên rind bi Çînê ve dewam kir. Belavkirina Budîzmê ku di heyna Sisê Qiraltiyan da kete nav Korêyê bi berhemên wek Perestgeha Bulgukê û Sokguramê çandeya Budîzmê pêş xist. Piştî dewra duyemîn ya sedsala 8emîn da bi damezirandina dewletên bi navên Baekjeya li Dû û Goguryeoya li Dû di navendên mîrekiyên li herêmê li axên Baekje û Goguryeoyê berê da Heyna Sisê Qiraltiyan li Dû destpêkiribûsa jî qiralê dewletê Goguryeoya li Dû navê welatê wek Goryoeyê guhart û bi vê yekê yekîtiya miletê dabîn kir.

Ji ber ku Silla dûrî Çînê bû, ji çandeya çînî pirr bandordar nebû, kevneşopiyên taybetmend ya xwa parast. Bi taybetî ji ber pejirandina Konfusiyanîzmê berevajî bûyerên li herêmên din, li Sillayê rêzê jinan hatiye girtin û fikra wan jî nehatiye çûçik dîtin. Ji bilî vê jî jin erkên girîng ya dewletê jî hildigriyan.

Qiralên navdar yên Sillayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

57 B. Z. - 4 P. Z. Hyeokgeose (qiralê damezirêner)

540 - 576 Jinheung

654 - 661 Muyeol

661 - 681 Munmu

681 - 692 Sinmun

927 - 935 Gyeongsun (qiralê dawî)

Birêvebirên Qiraltiya Sillayê

Hyeokgeose 57 B. Z. - 4 P. Z.

Namhae 4-24

Yuri 24-57

Talhae 57-80

Pasa 80-112

Jima 112-134

Ilseong 134-154

Adalla 154-184

Beolhyu 184-196

Naehae 196-230

Jobun 230-247

Cheomhae 247-261

Michu 262-284

Yurye 284-298

Girim 298-310

Heulhae 310-356

Naemul 356-402

Silseong 402-417

Nulji 417-458

Jabi 458-479

Soji 479-500

Jijeung 500-514

Beopheung 514-540

Jinheung 540-576

Jinji 576-579

Jinpyeong 579-632

Seondeok 632-647

Jindeok 647-654

Muyeol 654-661

Munmu 661-681

Sinmun 681-691

Hyoso 692-702

Seongdeok 702-737

Hyoseong 737-742

Gyeongdeok 742-765

Hyegong 765-780

Seondeok 780-785

Wonseong 785-798

Soseong 798-800

Aejang 800-809

Heondeok 809-826

Heungdeok 826-836

Huigang 836-838

Minae 838-839

Sinmu 839

Munseong 839-857

Heonan 857-861

Gyeongmun 861-875

Heongang 875-886

Jeonggang 886-887

Jinseong 887-897

Hyogong 897-912

Sindeok 913-917

Gyeongmyeong 917-924

Gyeongae 924-927

Gyeongsun 927-935

  1. ^ a b 박용운 (1996). 고려시대 개경연구 147~156쪽.