Quark

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Quark di fîzîka keriyan da yek ji kerî yên hîmanî yên atomê ye. Quark û lepton bihevra du keriyên serekî yên madeyî ne. Ji keriyên hîmanî tenê quark digel her çar hêzên bingehîn karlêkkirinê dikit.

Fîzîknasê amerîkayî Murray Gell-Mann jibo carên pêşîn li salên 1960an ji sedsala 20an quark wekî zarav anko termeka zanistî afirand. Ev nav hema navekê bê raman bû û wî ji xwe ew nav hilbijart.

Quarkan şeş çêj hene û navên wan jî hema ji xwe hatine hilbijartin, tenê jibo hindê ko navekê wan hebit.

Dibêjin dijkerî yên quarkan dijquark. Quarkek bi tena serê xwe çi caran nehatiye vedîtin. Ew hertim bi rengê destekê duduyî (meson) an destekên sêyî (baryon) dihên dîtin û dibêjin wan hadron.

Quarkên azad[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Geryana li dûv quarkên azad an barên karevayî yên parvekirî heta niha tewş û bê verêj bûne. Venedîtina quarkên azad bûye sedema hindê ko têgeha berteskkirna rengan bihêt ber behsan.

Heft Keşf û vedîtinên Sosret yên Zanista Fîzîkê

Di salên derbasbuyî da, bi keşfbûna domdar ya çend mijarên girîng di warê Fîzîkê da, 7 beşên sosret ji zanista Fîzîkê, eşkere bûn.

Li gor kovara zanistiya Live Sience, heft mijarên sosretên zanista Fîzîkê yên nû, ji pevgrêdana tîrêjên ronahiyê bigire heta keşfkirina Dijmaddeyê, hatine keşfkirinê. 7 beşên navbirî, karîne gelek warên nedîtbar û nehestbarên cîhanê, ji me ra eşkere bikin.

Dorpêçkirina Cêwiyan:

Yek ji ecêbtirîn pêşbîniyên teoriya Kuwantomê ewe ku em dikarin zerreyan têxin davê û bi vê yekê eger zerre li fezayê ji hev dûr bibin jî, bi qewimîna fenomena, yek ji wan zerreyên navbirî, dê ewên din jî reaksiyonê nîşan bidin. Par zaniyaran, ragihandin ku ew di pîvandina mezinahiya pevgirêdana zerreyan di sîstemeke nû ji zerreyan, biserketine û ev sîstem ji cotek zerreyên hejhejok pêktê. Yekem care ku zaniyaran karîne modela herikîna zerreyên dorpêçbuyî bidestxînin. Fenomena ku dikare bibe mînakek ji cîhana mezintir ji zerreyan.

Pevgirêdan yan gillêkirina Ronahiyê:

Me heya niha wisa dizanî ku Ronahî, dîrekt diherike lê vaye zaniyaran têderxistine ku em dikarin Ronahiyê gilê(girêk) bikin. Lêkolîneran di raportek da ragihandine ku ew bi alîkariya Holograma ku bi riya computerê kontrol dibe, karîne Tîrêjên Leyzerê bi hev ra girêbidin. Holograma ku herikîna Ronahiyê kontrol dike, wisa hatiye çêkirin ku karibe ronahiyê di forma taybet da, ber bi aliyek taybet kaş bike. Di vê têderxistina nû da, ji beşeke zanista Matematîkê ya bi navê girêk, jibo vekolîna ser girêkên pêkhatî ji Ronahiyê, mifa hatiye wergirtin.

Berhemanîna zerreyek nû ya Dijmaddeyan:

Bi bihevxistin û lihevketina 2 zerreyan di leza nêzîkê leza ronahiyê di alava bihevlêxera(accelerator) dendikî da, zaniyaran karîne maddeyek nû ku heta niha nehatibû dîtin, keşf bikin: Anti Hypertriton. Ev zerre ji gelek aliyan va pir pir ecêb e, çimku ew maddeyek normal nîne û dijmadde ye, loma jî dema ku bi maddeyek normal ra pêwendî dêdide, wê jiholê radike. Ji wê maddeya biyanî ra Anti Hypertriton tê gotin, çimku ji beşên pir sosret ku Kuwarkên biyanî tên bilêvkirin, pêktê.

Çêkirina Nuqteyên Megnetîk yên noqbuyî û daliqyayî jibo gihîştin bi enerjiya dendikiya gerdûnî:

Enerjiya Dendikiya ku ji pevgirêdana dendikê etomên nava stêran, berhemtê, yek ji armancên herî mezin yên mirovan e, ku ew bi salane li pey pêkanîna wê da ne. Eger zaniyaran karibin wê bidestxînin, dê destê wan bigihîje jêdereke pir pir bihêz û mezin, ji enerjiya ku bandorên neyêniya wê liser jîngehê jî pir pir kêm e. Di sala 2010an da bi ragihandina çêbûna Megnetên Daliqyayî yan Noqbuyî ku dikarin enerjiya han berhem bînin, me gaveke girîng ber bi berhemanîna wê jêdera mezin avît û em pir pir lê nêzîk bûn.

Ronahî dikare maddeyê, qet bike:

Em dizanin ku çemandin û jêbadana ronahiyê bi riya maddeyê, karek normal û hêsan e lêbelê çemandina madde bi riya ronahiyê yek ji ecêbtirîn fenomenên heyî ye ku Fîzîkzanan karîne bigihîjine wê. Di Marça sala derbasbuyî, di testek da, zaniyaran karîne gurzek ji Robanên Nano Zerreyan bi lihevketina wan ya bi Tîrêjên Ronahiyê ra, forma wan veguherînine Forma Xelekxelekî yan Siroyî(Helix—Vortex).

Cêwiyên(3) Sosret:

Zaniyaran bi bikaranîna Etomên Lîtyomê, karîne yek ji sembolên serdema kevn ya Matematîkê ya bi navê Xelekên Biromînê, jinûve bixulqînin. Hejmara xelekan sisê ne û her sêk jî di nav hev da alyane, lê bi hildana yek jê, her sê xelek ji hevodin cihê dibin. Fîzîkzanan, ji mêj va dizanîn ku zerreyan dikarin xelekên wiha lihevalyayî pêkbînin, lê heya niha tu kes nekarîbû wê sembolê çêbike. Xelekên han di Decembera sala 2009an da, 40 sal piştî ku fîzîkzanan wê taybetmendiya zerreyan, pêşbînî û texmîn kiribûn, hate eşkerekirin.

Soup Quark-Gloun:

Beşeke din ya pir sosret ji zanista Fîzîkê jî bi riya lihevlêxera(accelerator) Brookhaven, di destpêka sala bihorî da hate keşfkirin. Ev alav di testek da karî pêkhateyek ji quark*gluon yan soup quark*gloun pêkbîne ku têda proton û notron, dikarin bişkên û veguherine beşên xwe yên bingehîn wek quark û glounan. Ev test bi riya lihevxistina pir pir bihêz ya etomên zêr di germahiya 4 tirilyon dereceya Sîlîsyûsê da hatiye pêkanîn, germahiya ku 250 hezar carî ji ya navenda Tavê jî germtir e û ew germahî û rewşa ku jê pêktê dişibe rewşa dema ku dinya hê nû hatiye çêkirin. Ew germahî, mezintirîn germahî ye ku heta nika li ser ruyê erdê hatiye pêkanîn.

Jêder: Live Science

Çêj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]