Rûkeşeşane
Jump to navigation
Jump to search
Şaneya rûkeş | |
---|---|
![]() | |
Cureyên rûkeşeşaneyê |
Rûkeşeşane, şaneya rûkeş an şaneya epîtelî (bi inglîzî: Epithelial tissue) corek ji çar corên sereke yên Şaneyên mirov û ajalan. Ev şane li serrûyî laş û kortên laş û gelek rijênan peyda dibe. Gelek erkên wê hene, wek parastin, derdan (secretion) û wergirtin. Rûkeşe şane du cemserê wê hene, alî derve sergeh e û alî hindirr bingeh e.
Pêkhatin[biguherîne]
xaneyên rûkeşeşane bi hevdu xurt girêdane bi rêyê (tight junctions), (cap junctions) û (desmosomes), û bi betana bingehî (basement membrane) girêdane bi rêyê (Hemidesmosomes).
Cureyên rûkeşeşaneyê[biguherîne]
Tevineka serrûyî li gora şêweyê û çînên(qatên) şaneyên serrûyî cuda dibe. Corên wê ev in:
- Rûkeşeşane ya yekqatê pan (Simple squamous)
- Rûkeşeşane ya yekqatê çargoşeyî (Simple cuboidal)
- Rûkeşeşane ya yekqatê bilind (Simple columnar)
- Rûkeşeşane ya pirqorra bilind (Pseudostratified columnar)
- Rûkeşeşane ya pirqatê çargoşeyî (Stratified cuboidal)
- Rûkeşeşane ya pirqatê pan (Stratified squamous)
- Rûkeşeşane ya guherrok (Transitional)