Demareşane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Laşê mirov ji çar cure şaneyan pêk tê.

Demareşane an jî şaneya demarê (bi îngilîzî: nervous tissue) yek jî çar cureyê şaneyên laş e.

Laşê mirov ji çar cure şaneyan pêk tê; bestereşane, masûlkeşane, rûkeşeşane û demareşane[1]. Endam û koendamên mirov ji van şaneyan çê dibe. Demareşane, şaneya taybet e ji boy demarekoendama navendî û demarekoendama çêwe. Koendama demar bi navbeynkariya demareşaneyê hevsengiya navendî ya laş rêk dixe. Xane, şane û endamên laş di bin kontrola hormon û demareşaneyê de kar dikin. Demareşane bi sînyalan( demareragihandin) xane û şaneyên laş ji hev agahdar dike. Demareşane ji du cure xaneyên serekî pêk te; demarexane û xaneyên glîa[2]

Demarexane[biguherîne]

Demarexane

Demarexane (bi îngilîzî: nerve cell, neuron) kartêkir werdigire ji derve û hundirê laş. Kartêkir di demarexaneyê de bi şêwêyê elektrîkî û kîmyayî tê şandin ji boy xaneyên din. Demarexane ji sê beşên sereke pêk tê; laşê xaneyê, dendrît(liq û pop) û tewere[3].Laşê demarexaneyê navik û endamokan lixwe digire. Dendrît niçikên mîna liqên darê ne, ji laşê xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ji hawirdorê an jî ji demarexaneyêk din bi navbeynkariya dendirîdan kartêkir tên girtin û ber bi laşê demarexaneyê ve bi şêweyê elektrîkî tên şandin[4]. Ji laşê xaneyê niçikek derdikeve, ew ji dendrîdan dirêjtir e û wekî tewere tê navkirin. Tewere demareragîhandinan(sînyal) vediguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Demarexane girîng e ji boy girtin û ragihandina kartêkiran, lê heke alikariya xaneyên glîa nebe, nikarin bi tena serê karê kartêkir bigire û bişîne ji boy xaneyên din.

Xaneyên glîa[biguherîne]

Cureyên xaneyên glîa

Xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan. Xaneyên glîa ji demarexaneyan hûriktir in, tewere û dendrîtên wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine (ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Xaneyên glîa li ser demarexaneyan, li hawirdor û navbera demarexaneyan de, an jî li ser mûlûleyên xwînê de hebûna xwe didominin. Di mejiyê mirov de hêjmara xaneyên glîa ji ya demarexaneyan 10 car zêdetir e[5]. Heke xaneyên glîa erkê xwe cih neynin, nexweşiyên metirsdar rû dide. Wekî mînak; sedema piraniya şêrpenceyên mejî ji ber bazdana(mutasyon) xaneyên glîa e[5]. Demarexane nikarin dabeş bibin, lê xaneyên glîa heta dawiya jiyana mirov dikarin dabeş bibin û hêjmara xwe zêde bikin[6]. Tewere û dendrîtên xaneyên glîa tune, lê dîsa jî hem di navbera xaneyên glîa de hem jî di navbera xaneyên glîa û demarexaneyan de alûgorkirina ragihandinan rû dide[6]. Şeş cureyê xaneyên glîa heye. Ji vana çar heb di demarekoendama navendî de, du heb jî di demarekoendama çêwe de cih digirin[2].Xaneyên glîa yên demarekoendama navendî; stêrkexane, olîgodendrosît, mîkroglîa û ependîmî ne[2].Xaneyên peykê(peykexane) û xaneyên Schwann jî xaneyên glîa yên demarekoendama çêwe ne[2].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  2. a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. a b Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.