Şane (biyolojî)

Şane (bi înglîzî:tissue) di laşê zîndewerên firexaneyî de, navê koma xaneyên hevşêwe û hevbeş e. [1]
Anko xaneyên şaneyê bi erk û pêkhateyên xwe de nêzî hev in. Ev xaneyên hevşêwe ji bo cihanîna erkek taybet di nav laş de kar dikin. Wekî mînak, komên xaneyên lûsemasûlke ya gedeyê, şaneya masûkeya gedeyê pêk tînîn. Gede endam e û ne ji yek lê ji çendan corên şaneyan çêbûyî ye. Herwiha gede û hin endamên din ên wekî ziman, diran, rûvî, kezeb jî ji bo karê herisînê dixebitin. Çalakiya komek endaman ji bo karek diyarî wekî koendam (sîstem ) tê navkirin. Laşê mirov ji koendamên wekî, koendama herisê, koendama demarî, koendama bergiriyê, koendama gera xwînê, hwd pêk tê. Ango bi kurtasî ji boy rêkxistina laşê mirov, em dikarin wiha bibêjin; koma atoman dibin gerde (molekul), koma gerdeyan endamokan çêdikin, endamok bi hev re kar dikin û dibin xane, koma xaneyên hevbeş dibin şane, koma şaneyan dibe endam, koma endaman dibe koendam, koma koendaman jî laşê mirov pêk tîne.
Şane ji komek xaneyan pêk tê lê ne pewîste ku ev kom ji corek xaneyan pêk were. Hin caran dibe ko çendin corên koma xaneyan jî bibin şane. Wekî mînak, bestereşane ji gelek corên xaneyan pêk tê. Xaneyên xwînê, xaneyên hestî, xaneyên çewrî beşên bestereşaneyê pêk tînin, lê şeweya van xaneyan naşibin hevdu. Zanista ku li ser şaneyên zîndeweran dixebite, jê retê gotin şanezanist (bi înglîzî: histology).[2]
Ji ber ku şane ji komek xaneyên hevşêwe pêk tê, şane di laşê gelemperiya zîndewerên firexaneyî de hene. Ajalên wekî Îsfenc (bi îngilîzî: sponge) û bûka deryayê (bi îngilîzî: jellyfish) jî firexaneyî ne, lê tu şaneyên îsfenç tune ye[3], herwiha bûka deryayê hinek corên şaneyan lixwe digire lê ne hemû coran. Zîndewerên tekxaneyî yên wekî bakterî û amîb ji ber ku ji xaneyek pêk tên, şane lixwe nagirin. Pêkhateya xaneya ajal û a riwekan ne yek e, herwisa şaneyên ajal û yen rîwekan jî ne wek hev in[4].
Şaneyên ajalan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaneyên hemî ajal û mirovan debeşî çar corên sereke dibe[1]:
- Rûkeşeşane (Epithelial tissue)
- Bestereşane (Connective tissue)
- Masûlkeşane (Muscle tissue)
- Demareşane (Nervous tissue)
Şaneyên riwekan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Riwek zîndewerên navikrasteqîn û firexaneyî ne. Riwek jî wekî mîna ajalan, xwediyê endaman in (reg, qed, pel, kûlîlk). Endamên riwekan ji şaneyên riwakan pêk tên. Şaneyên riwekan jî ji gellek corên xaneyên bi erkên taybet pêk tên. Bi gelemperî şaneyên riwekan dabeşê çar coran dibin;
- Şaneya merîstemî (Meristematic tissue)
- Şaneya rûpoşî (Dermal tissue)
- Şaneya binçîne (Ground tissue)
- Şaneya lûleyî (Vascular tissue)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 p136 [1]
- ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 Histology
- ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ^ OpenStax Biology. 2013. [2]