Rûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûl
Nerium oleander
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Gentianales
Famîle: Apocynaceae
Binefamîle: Apocynoideae
Êl: Wrightieae
Cins: Nerium
L.
Cure: N. oleander
Navê zanistî yê latînî
Nerium oleander
L.
Hevwate

Nerium indicum Mill.
Nerium odorum Aiton[1]

Rûl, jale, ziqûm (nerium oleander) riwekek ji famîleya apocynaceae ye ku axûdar e (bijehr). Di nava mehên gulan û rezberê de kulîlk vedidin. Kulîlkên wê spî, sor, zer, helesor an ji rengê kremê ne. Bejna wê 2-5 m bilind dibe. Devên çeman, axa avî dijî. Zû bi zû hişk nabe, bi zivistanê pelan naweşîne. Di baxçeyan de bo dekorasyonê jî diajon.

Herçendî axûdar e jî, di bijîşkiyê de tê bikaranîn. Tevlî dermanên mîzewaqiyê sax dikin, dikin. Di kardiyolojîyê de herwiha sûd jê tê wergirtin. Tevlî kremên girê (gurî) derdibin jî dikin. Goştê ajalên ku bi rûlê mirine jî, bijehr e.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zeqnepûrt, ji kulîlkên wê re dibêjin
  • Lûrik
  • Hîlor, dara rûlê, dara ziqûmê
  • Jale, navê kulîlka rûlê ya baxçeyan dixemilîne ye

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Nerium oleander L." Germplasm Resources Information Network. United States Department of Agriculture. 9 adar 1998. Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 hezîran 2010.