Dilnasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kardiyolojî hat beralîkirin)
Binnivîs

Dilnasî an jî kardiyolojî parek ji bijîşkîyê ye ku babetê wê veniyasîn û çaresera nexweşîyên dilî û koendamê gerra xwînê ye. Dilnasî pisporîyeka pizişkîyê ye ko nakeve ber pênaseya niştergerî anko cerrahîyê. Anko, çavdêrî û sexbêrî ya nexweşan bi dermanan û guhartina şêwazê jîyanê dike. Bi rengekî dikare bihêt gotin ko zanistê dilnasîyê li sala 1628ê, ji William Harvey, bijîşkê Ingilîz dest pê dike. Şiroveya dirist ya herî pêşîn ya gerra xwînê ya wî bû. Her çend e ko gerra xwînê girêdayî xwînê ye, lê zanistê xwînnasîyê (hematolojî) ne girêdayî dilnasîyê ye û bi tena serê xwe pisporîyeka dî ya pizişkîyê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]