Şivira kedî
Xuyakirin
(Ji Ren hat beralîkirin)
Şivira kedî Pezkoviyê bakur | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Artiodactyla |
Famîle: | Cervidae |
Binefamîle: | Capreolinae |
Cins: | Rangifer C.H. Smith, 1827 |
Cure: | R. tarandus |
Navê zanistî yê latînî | |
Rangifer tarandus (Linnaeus, 1758) | |
Binecure | |
Gelek in | |
Herêmên ku şivira kedî lê dijîn Bakurê Amerîkayê (karîbû) û Avrasya (ren) ye. |
Şivira kedî, pezkoviyê bakur yan jî aska renê (bi latînî: Rangifer tarandus) cureyekî şiviran e. Pirça wan gelek gur e û simên wan fireh û dikarin bi hêsanî di nav berfê de herin. Şivirên kedî yên nêr jî û yên mê jî bi qiloç in. Şivira kedî bi keriyan dijîn.
Laponiyên ku li bakurê Norwêc, Swêd û Fînlandê dijîn û şivirên kedî xwedî dikin, navê wî ren lê kirine. Ajeleke kedî ye gelê laponiyan e. Lêbelê, şivirên kedî ku li Bakurê Amerîkayê dijîn bi gelemperî jê re karîbû dibêjin.
Di çîrokên Senîkolaws (Nîkolaus, kalikê gaxan) de, çend cot şivirên kedî taxoka wî xîj dikin û alîkariya wî dikin.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Şivirekî kedî yê nêr.
-
Li Norwêcê doşandina şivira kedî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ansîklopediya zarokan (2004). APEC, Swêd.
- ^ Henttonen, H. & Tikhonov, A. Rangifer tarandus 2008
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |