Retîkûlûma endoplazmî ya hilû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Retîkûlûma endoplazmî
Retîkûlûma endoplazmî ya hilû

Retîkûlûma endoplazmî ya hilû (REH), beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom û şayik e.

Li gor dirf (teşe) û erkê wan, du beşên retîkûlûma endoplazmiyê hene. Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskopa elektronî de girûzî dixuye, loma ev beş wekî Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî tê bi nav kirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî retîkûlûma endoplazmî ya hilû bi nav dibe. Cudahiya van her du pariyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê ye, lê erkên van beşan ji ne wek hev in. Retîkuluma endoplazmî ya hilû (REH), lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çê dike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. Xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkuluma endoplazmî ya hilû ye, lê navê wî retîkuluma sarkoplazmî ye (RS). Retîkuluma sarkoplazmî îyonên kalsiyûmê embar dike, dema kalsiyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan, girjbûna masûlke dest pê dike. Xaneyên kezebê, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya REH karê detoksîfîkasyonê jî dike[1].

Çavkanî[biguherîne]