Rîbozom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Proteîn di nav rîbozomê de tê berhem kirin
Xaneyek navikrasteqîn (eukaryot).
Endamok:
(1) Navikok
(2) Navik
(3) Rîbozom
(4) Vezîkul
(5) Retîkûlûma endoplazmî ya zivir
(6) Heybera Golgî
(7) Kakûtê xaneyê
(8) Retîkûlûma endoplazmî ya lûs
(9) Mîtokondrî
(10) Vakuol
(11) Sîtoplazma
(12) Lîzozom
(13) Sentrîol

Rîbozom yek ji du endamokên bêparzûnî ye. Ji xeynî xiroka sor, hemû xaneyên zîndeweran xwediyê rîbozom in. Dibe ku dî nav xaneyek de hejmara rîbozom bi qasî 15 heta 20 milyonan be. Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de cihê çêkirina rîbozomê, navik e. Lê hebikên rîbozomê di nav sîtoplazmayê, li ser parzûna navikê û li ser retîkûlûma endoplazmî ya zivir jî belav dibe. Mîtokondrî û plastîd jî rîbozom lixwe digirin, lê ev rîbozom ji rîbozomên sîtoplazmayê cuda ne (piçûktir in). Rîbozomê mîtokondrî û plastîdan jî dişibe wek rîbozomên prokaryotiyan.

Erkê rîbozom, çêkirina proteîn e. Rîbozom li gor zanyariyên ku ADN bi navbeynkariya ARN-peyamber dişîne, ji asîdên amînî proteîn çêdike. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê. Binebeşa gewre û binebeşa piçûk, dema çêkirina proteînê ev binebeşan tên ba hev û ARN-peyamber digirin nav xwe. Gava çêkirina proteînê qediya, herdu binebeş ji hevdu diqetin. Rîbozom ji proteîn û ARN-rîbozomî pêk tên. Ji bo karlêk (reaksiyonên) biyokîmyayî, pêdivî bi enzîman heye. Hemû enzîm jî proteîn lixwe digirin, loma divê xane hertim proteîn çêbike. Ji bo çêkirina proteînan pêwistî bi rîbozoman heye. Hejmara rîbozoman di xaneyê de li gor çalakbûna xaneyê, kêm an jî zêde dibe. Her çiqas di hemû xaneyan de rîbozom hebe jî, rîbozomên di xaneyên navikseretayî (prokaryotî) û yên êkaryotî ne jihev in. Rîbozomên prokaryotiyan wek 70S (50S û 30S), ên eukaryotiyan wek 80S (60S û 40S) tê bi nav kirin. Wateya S, rêjeya telpbûna molekul e. Telpbûna molekul di bin hêza navendrevî (santrîfûj) de yê. Ji du molekulan, a gir zûtir telp dibe, lê rêjeya telpbûnê rasterast bi giraniya molekul ve girêdayî nîn e. Theodor Svedberg (en) (1884–1971) kîmyagerekê swêdî bû, ji bo xebata xwe ya li ser santrîfûj û rêjeya telpbûna partîkûlan, di sala 1926an da Xelata Nobelê a beşa kîmyayê stend. Yekeya Svedberg bi tîpa S tê nîşandan. Gava em dibêjin rêjeya telpbûna rîbozomên bakteriyan 70S e, divê bên zanîn ku ev rîbozom dema di santrîfûjê de ye di çirkek (sanîyekî) de 70x10 -13 mîkrometre rê diçe.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "Ribosome | cytology". Encyclopædia Britannica (bi îngilîzî).