Retîkûlûma endoplazmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
1 Parzûna navikê 2 Kunika navikê (por)   3 Retîkûlûma endoplazmî ya zivir 4 Retîkûlûma endoplazmî ya lûs   5 Rîbozoma li ser retîkûlûma endoplazmî ya zivir 6 Makromolekulan   7 Kîsikên hilgir  8 Heybera Golgî   9 Rûyê Cis a heybera Golgî  10 Rûyê trans a heybera Golgî   11 Cisternae ya heybera Golgî 12 Kîsikên derdanê 13 Parzûna xaneyê 14 kîsikên derdanê rijêna xwe vala dike 15 Sîtoplazma ya xaneyê 16 Dorhêla derveyî xaneyê  
Retîkûlûma endoplazmî

Retîkûlûma endoplazmî (RE) toreke labîrentî û kîsikî ye. Di zimanê latînî de wateya retîkûlûm "tora piçûk" e.

Wateya endoplazmî jî "di nav sîtoplazmayê" e. Retîkûlûma endoplazmî (RE) torek labîrentî û kîsikî ye. Ji cot parzûnên navikê, ji ya derve dest pê dike ber bi parzûna xaneyê di nav sîtoplazmayê de cih digire. RE bi şileya herikbar tijî ye. Li gor dirf (teşe) û erkê wî, du beşên endoplazmiya retîkûlûm heye. Beşa ko rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskopa elektronê de zivir dixuye, loma ev beş wekî Retîkûlûma endoplazmî ya zivir tê navkirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ko rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî Retîkûlûma endoplazmî ya lûs bi nav dibe. Cudahiya van her du aliyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê yê, lê erkê van beşan ji ne wek hev in. Retîkûlûma endoplazmî ya lûs, lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çêdike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. Xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkûlûma endoplazmî ye, lê navê wî Retîkûlûma Sarkoplazmî ye (RS). Retîkûlûma sarkoplazmî îyonên kalsiyûmê embar dike, dema Kalsîyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan, girjbûna masûlke dest pê dike. Xaneyên kezeba sor, ji bo ko ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya retîkûlûma endoplazmî ya lûs karê detoksîfîkasyonê jî dike. Ji ber ko li ser retîkûlûma endoplazmiya zivir de rîbozom hene, retîkûlûma endoplazmiya zivir di çêkirin, guhertin û veguhastina proteînan de erk digire ser xwe. Di çêkirina parzûna xane û parzûna endamokan jî retîkûlûma endoplazmiya zivir cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman de tên çêkirin jî, a rast ev proteînên çalak nîn in, tenê zencîra asîdên amînî (a.a) ne. Gava zencîra asîda amînî ji plazmayê dikeve nav retîkûlûma endoplazmiya zivirê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hîn ji proteînên di nav retîkûlûma endoplazmiya zivirê, de di nav kîsikên hilgir ve ber bi heybera Golgî ve tê şandin. Hinek ji proteînên nav retîkûlûma endoplazmiya zivir rasterast bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin Ji xeynî xiroka sor, hemû xaneyên navikdirust (eukaryotî) xwediyê retîkûlûma endoplazmî ne. Retîkûlûma endoplazmî bi rîbozom, bi heybera Golgî, bi navik û RNA têkildar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]