Here naverokê

Rexnegirtina li îslamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rexnegirtina li îslamê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rexnekirina Îslamê li ser bingehên siyasî, exlaqî, felsefî, zanistî an jî teolojîk ji dema damezrandina Îslamê ji sedsala 7ê ve heye. Ew rexnekirina olê li ser bingeh, kevneşopiyên çandî û pîvanên civakî yên Îslamê tê meşandin.

Rexnegiriya Îslamê rexneyeke objektîf a olê ye û nayê wateya dijminatiya Îslamê yan jî misilmantiyê, lê gelek caran ev cudahî nayê dîtin. Beşek cuda ya rexnekirina Îslamê rexnekirina Hedîsan e.

Rexneyên destpêkê yên li ser Îslamê ji hêla xiristiyanan ve çend deh sal piştî xuyabûna pêxember Muhemmed hatine nivîsandin. Gelekan Îslamê wek dalaleteke xiristiyaniyê didîtin. Dûv re, nirxandinên ji cîhana misilman bixwe jî derketin, û ji nivîskarên cihû û ji nûnerên dêrên cûrbecûr yên xiristiyan jî. Di rexneyên îroyîn ên li ser Îslamê de cihêrengiyeke esl û mijaran heye.

Di nav mijarên rexnekirinê de reaksiyonên îslamî yên li hember rexneyê, daxuyaniyên der barê dalaletê an jî gumana dalaletê û her wiha di şerîeta Îslamê de bersivandina apostasiyê.

Rexneyên din pirsa mafên mirovan li welatên îslamî yên nûjen, pozîsyona jinan di qanûn û pratîka qanûnî ya Îslamî de dikin mijar (binêre li femînîzma îslamî)[1]. Di destpêka sedsala 21ê de, rola Îslamê di entegrasyona koçberên Misilman di nav civakên rojavayî de, bû mijara analîzên rexneyî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Freedom House: Freedom in the World 2005 - Saudi Arabia". web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2011. Roja gihiştinê 1 hezîran 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)