Peyxamber Yûhenna, peyxamberekî giring ê meshîtiyê ye
Pêxember, ango pêẍember, peyxamber, peyamber[1], kesên dînên îbrahîmî ne ku li gorî kitêbên pîroz ên van dînan ji mirovan re ji Xwedê xeber didin.
Wateya peyva pêxember
Pêxember gotineke kurdî ye û ji du bêjeyan pêk tê: peyam û ber. Dema mirov herdû bêjayan bike yek dibe peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku peyam (mesaj), ê digine ci ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê kurdî hatiye derxistin û bûye pêxember.[çavkanî hewce ye]
Pêxemberên îslamê
Pêxember û qasidên ku navên wan di Quranê de hatin 27 kes in.