Rijên

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Memik rijênê şîr e.
Rijênên kor ên sereke yê laşê mirov
Pankreas hormon û enzîm berhem tîne loma pankreas rijênê têkel e.

Rijên an jî toşpî ji bo peyva “gland” a bi zimanê îngilîzî tê bikaranîn.Di laşê mirov de derkirina madeyên wek hormon, enzîm, çewrî (rûn), xwêdan, şîr, lîncemade hwd, wekî derdan tê navkirin.

Xane an jî koma xaneyan (ango şane) derdan çêdikin û ji xaneyê der dikin. Eger derdan ji aliyê xaneyek ve were berhemkirin û derkirin, ew xane wekî xaneya derdanî bi nav dibe. Eger derdan ji hêla komek xaneyan va were derkirin, îcar ew koma xaneyan wekî rijên tê navkirin. Di dibistan û zanîngehên başûrê Kurdistanê de ne peyva toşpî, lê peyva rijên tê bikaranîn.[1] Ev peyv di nav xwendekarên Başûr de zindiyê û belavî ye.nDi laşê mirov de sê cor rijên heye.

Rijênê cogedar (rijênê bicogî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin minak ji bo derdana rijênên cogedar; enzîm, xwêdan, lîncemade (mukus) û şîr e. Xane derdana xwe der didin nav cogê, cog ji rijênê dirêj dibe û derdanê dikişîne ber bi cihê ku derdan bê bikaranîn. Rijênê memik, rijênê prostad, rijênê xwedanê û lîkerijên (rijênê tûkê) rijênên cogedar ên sereke ne.

Rijênê kor (korerijên)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev rijênan hormon çêdikin û der didin. Rijênên kor derdanê xwe der didin nav xwînê. Mînakên sereke ji bo korerijên; rijênê hîpofîz, rijênê adrenal, rijênê tîroîdê.

Rijênê têkel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kezeb û pankreas rijênên têkel in, derdanên vana hem enzîm hem jî hormon e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Barewabarayti Parwarda (e-learning),[[1]]Korrijên

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]