Pankreas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pankreas endamek taybet e. Hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji bo koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji bo koendama hormon jî hormon berhem dike û dide der. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê, bi vî karê xwe pankreas wekî rijênek cogedar tê hesibandin. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin[1]. Heke rijênek hem derdanên xwe bi navbeynkariya cogan hem jî bê cog der bide, ev rijên wekî rijênê têkel bi nav dibe. Pankreas û kezeb rijênên têkel in.

Pêkhateya pankreasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penkreas endamek nerm û pilokdar (bi îngilîzî: lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e[1] . Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşên sereke pêk tê; serî, laş û dûvik[2]. Rûviya donzdetilîk mîna pîta C badayî ye. Serê pankreasê di nav vê badokê de cih bûye. Laşê pankreasê li paş gedeyê dirêj dibe, dûvika vê heta sipilê dirêj dibe. Gurçika çepê li paş dûvikê dimîne[1].

Beşa cogedar a pankreasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pankreas rijênê têkel e.

Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Xaneyên asînî di pilokên pankreasê de bi cogên zirav tevlê cogên pankreasê dibin[3]. Du cogê sereke ji pankreasê ber bi rûviya donzdetilîkê dirêj dibe. Ji vana yek fireh e, a din jî biçûk e. Coga biçûk wekî coga alîkar tê navkirin. Coga mezin wekî coga pankreasê bi nav dibe, li nêzî rûviya donzdetilîkê bi coga hevbeş a zeravê ve yek dibe, paşê xwe digihîne rûviya donzdetilîkê. Şileya pankreasê di beşa cogedar a pankreasê de tê berhemkirin. Pankreas li gel enzîmên amîlaz, lîpaz û nukleazê, enzîmên neçalk jî der dide nav cogê. Enzîma trîpsînojen û kîmotrîpsînojen wekî enzîmên neçalak tên berhemkirin û derdan[3]. Enzîmên neçalak di rûviya donzdetilîkê de tê çalakkirin. Ne tenê enzîm, lê di nav şileya pankreasê de xwê, îyon û av jî heye. Ji ber hebûna îyonên bîkarbonat(HCO3 - ), pH a şileya pankreasê 8 e[3]. Di nav gedeyê de pH 1-2 ye lê di rûviya donzdetilikê de pH 6-8 e. Şileye pankreas û zerav pH a rûviya donzdetilîkê rêk dixe. Enzîmên herisê yên li rûviya donzdetilîkê, herî baş di pH a 7- 8 tê de çalak dibin. Lîpaz ji bo herisa çewrî, amîlaza pankreasê ji bo herisa nîşayê tê bikaranîn. Trîpsînojen bi alikariya enterokînazê çalak dibe û wekî trîpsîn tê bi navkirin. Trîpsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike kîmotrîpsînojena çalak wekî kîmotrîpsîn bi nav dibe. Trîpsîn û kîmotrîpsîn proteînan diherisînin. Enzîma nukleaz ADN(asîda deoksîrîbonukleî) û ARN (Asîda rîbonukleî) heris dike[3].

Beşa korerijên a pankreasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta[4].

Xaneyên alfa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên alfa hormona glukagon berhem dike û der dide[4]. Gava mirov birçî dibe heke xwarin nexwe, asta rêjeya glukoza xwînê dadikeve. Bi nivizbûna rêjeya glukozê, xaneyên alfa han dibin û glukagon der didin nav xwînê. Glukagon li ser kezeb û masûlkeyên peyker bandor dike, glîkojena embarkirî tê perçekirin ji bo glukozê. Bi vî awayê rêjeya glukoza xwînê berz dibe ji bo asta asayî.

Xaneyên beta[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên beta hormona însulînê berhem dike û der dide[4]. Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê zêde dibe, ev rewş derdana însulînê han dike. Bi bandora însulînê, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê glukozê diguherîne glîkojenê û embar dike. Herwiha însulîn ji glukozê çewrî jî dide çêkirin. Hormona însulîn û ya glukagon li dij hev kar dikin. Însulîn glukoza xwînê kêm dike, lê glukagon zêde dike. Heke xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên bi navkirin.Însulîn û glukagon hormonên antagonîst in.

Xaneyên delta[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên delta hormona somatostatîn berhem dike[4]. Ev hormon li ser xaneyên alfa û betayê bandor dike û derdana van xaneyan radiwestîne, an jî kêm dike[4]. Bi derdana hormonên pankreasê, mirov çi bixwe û çiqas bixwe jî asta rêjeya glukoza xwînê her tim di rêjeya asayî de dimîne.

Kontrola çalakiya Pankreasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin[2]. Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê han dike ji bo derdana şileya pankreasê[4]. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê han dike. Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê han dike. Sîstema sîmpasawî jî derdana şileya pankreasê radiwestîne[2].

Nexweşiyên pankresê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

hormonên pankreasê rêjeya glukoza xwînê rek dixin

Nexweşiya şekir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Nexweşiya şekir

Heke pankreas bi têra xwe însulîn berhem neke, nexweşiya şekir rû dide. Însulîn parzûna xaneyê ji bo glukozê delînbar dike. Kesên bi nexweşiya şekir in, parzûna xaneyên wan rê nadin glukozê ko bikevin nav xaneyê. Glukoz di nav xwînê de berhev dibe, loma xwîna wan tîr e.

Şêrpenceya pankreasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên pankreasê bi awayekî bê kontrol dabeş dibin[5].Ev rewş dibe sedema çêbûna girêyan. Bi gelemperî beşa cogadar a rijenê pankreas bi nexweşiya şêrpence dikeve[5]. Hin caran girêyên şêrpenceyî coga pankreasê an jî coga hevbeş a zeravê dixitimînê. Mixabîn şerpenceya pankrease di destpêka nexweşiyê de tu nîşneyek taybet rava nake, gava nîşaneyên nexweşiyê tê dîtin, êdî nexweşî gihîştiye qonaxa dawî[5].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ a b c McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  3. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. ^ a b c d e f Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  5. ^ a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Pancreatic cancer. [2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erka sergihayî ya pankreasê: http://www.myvits.com/pancreas-digestion/vitamins.aspx Girêdana arşîvê 2013-02-18 li ser Wayback Machine