Riza Çolpan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Riza Çolpan (jdb. Payîza sala 1935, Kûpik, Mêzgir) nivîskarekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riza Çolpan, di Payîza sala 1935, di gundê nav Kûpik da ji dayîk bûye, hatîye cîhan. Ev gund, gundekî Dersimê, girêdayî yê qeza wê ya Mêzgirê ye. Di Payîza sala 1946an, -ku Riza di wê demê da zarokekî 11 salîye- du cendermeyên Romê tên Riza Çolpan dibin dibistana ku piştî tevkuştina Dersimê di gundê nav “Şîlk” da hatîye çêkirin. Riza heya pola sêyem di wê dibistanê da dixwîne û fêre zimanê Tirk dibe, ku ew dibistan nêzî çar kîlometre dûrî gundê wî ye. Di sala 1949an da vêca dewleta Romê di gundê nav Qurqurik, di taxa Zênan da dibistanek dî çêdike, ku ew dibistan bêtir nêzî gundê wî Kûpikê ye. Riza heya pola dûwahî, ango pola pêncem di wê dibistanê da dixwîne, lê ji ber tunebûna pênce qurişê wê demê, mamoste dîplomayê nade wî. Ji ber wê yekê Riza di sala 1951, di 14yê meha nîsanê, ango Nîsanê da, ji ber zilma zirdê Kekê xwe Husên, û pênce quriş nedayîna wî, jibo wêneyê dîplomayê, dibe terkî welat, diçe Edenê, di kulbeya zevîyên pembû da dixebite, di destpêka meha tebaxê da dadigere gundê xwe, dîsa dikeve bin zilma zirde Kekê xwe, piştî zivistana sala 1952, di meha gulanê da carek dî diçe Edenê, li wir qasî sê mehan dixebite, dîsa di meha tebaxê da dadigere gund.

Riza di roja 14ê nîsana 1953an da bavê xwe wenda dike. Ango bav dimire, diçe heqîya xwe, vêca Riza berê xwe dide Stenbolê. Heya sala 1959an li wir di cure cure karan da karkir, barkêş, piştî karên usa zor û giran, vêca wê jîyana xwe ya nebaş û zor, diguhêrîne, diçe di bar û pavyonên şevan, di aşxananda dibe Garson dixebite, ji dîya xwe û birayên xwe ra xerclixê dişîne û di wê navber û demê de gelek roman û helbestên hin nivîskar û hozanên tirk dixwîne, di 16ê meha çirîya pêşin, 1959 da dibe leşkerê behrê. Ango Bahrîye. Riza di wê artêşa dijminda sê sal dibe leşker. Piştî teskere standinê diçe Qibrisê ji keçek bi eslê xwe ve Kurd dizewice. 28 Sîbat, 1965’da li tev du keç û Xanima xwe Refahê, dadigere Stenbolê, diçe di melbenda nav Qasimpaşa, di taxa Kuçuk Pîyale da cîwar dibe. Dûra diçe li Ortakoyê, di karxana nav “Pepo Temîzleme Fabrîkasî” yê da destpêka kar dike, di wê karxanê de karkiran rêz dike û destpêka karê Sediqatîyê dike, di gelek çalakî û meşê ciwanên sîyasî da cî digire, dibe sempatîyê “Partîya Karkirên Tirkîyê” dibe nasê navên hin nivîskar û kesên navdar. Wekî mînak: Karl Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao, Troçkî. Dibe nasê navê hin nivîskarên Rûs. Ên wekî Pûşkîn, Maksîm Gorkî, Tolstoy, Dostoweskî, Gogol, dibe nasê navê Vîktor Hûgo, Jack London, Şiteyînberg û pirtûkên wana dixwîne. Dibe nase gelek nivîskarên Tirk, kesên wekî Çetîn Altay, Îlhan Selçûk, Îlhamî Soysal, Refîk Erdûran, Bûrhan Felek, Ûlûnay. Dibe nasê romanên Kerîme Nadîr, Esad Mahmût Karakûrt, Ferîde Celal, Mûazzez Tahsîn Berkant, Fîkret Ferîdûn Es; di hozanan da jî dibe nasê pirtûkên Cahît Sidkî Taranca, Orhan Velî, Alî Riza Akkoyûnlû, Umît Yaşar Oxûzcan û gelek hozan û nivîskarên cîhanî û pitûkên wan dixwîne û dibe Sosyalîst û komînîstekî tûj, lê gelek jî nezan, ajawegêr, ango anarşîst, birûskê serdestên Romê dikişîne ser xwe. Ji ber vê yekê rojekî hevalekî wî yê hezkirî, ji wî ra: “Riza, kuro ya devê xwe dade hêsa bisekin, yan jî rojekî bi zû ji vî welatî derkeve here welatekî dî. Eger tu usa tevbigerî û birûskên Romê bikşînî ser xwe, dê faşîstên Rom te bikujin” dibêje, Riza di 19ê meha Çileyê paşin a 1970an da, sê zarokên xwe, li tev Xanim xwe Refah, dayîk û sê birayê xwe yên biçûk paşve dihêle, berê xwe dide Başûrê cîhan, diçe Awistûralya, di bajarê nav Sydney da cîwar dibe, heqê rûniştandinê distîne, dûra diçe serî li wezereta koçebaran dixîne, dawetname ya zarok û Xanima xwe dişîne, piştî 7 meh ewana diçin, zarok digêhêjin bavê xwe, Xanim jî mêrê xwe.

Belê, Riza li Sydneyê jî vala naskine, di dûwahîya sala 1974an da li tev Mistefa Yalçinê Qibris î “Komala Kedkarên Tirkîyê Li Awistûralya” dadimezrîne, li tev hin çepgirên tirk qasî du salan kar dike, dûra ji ber şovanîzm û nijadperestîya xwedêgiravî hin çepên Tirk, Riza ji wan dûrdikeve, vêca kurdên ku wekî koçebar çûne Sydney wan rêz dike, di roja 29-1979’da, li tev du hevalên xwe Şahîn Bekir û Heqîyê Gêxîyê, “Komela Kurdên Awistralya” dadimezrîne; Şahîn Bekir dibe Serok, ew bi xwe jî dibe Sekretêr, heya dûwahîya sala 1982, di komelê da dixebitê, piştî gelek kar û xebatên nerênî, ên hin hevalan, Riza ji Komelê dûrdikeve, vêca Komel dikeve destê alîgirên PKK’îyan. Piştî ku Komel dikeve destê PKK’îyan, Riza mêla xwe dide ser xwendina pirtûkan. Di sala 1983’yan da diçe Yekîtîya Sovyetan. Ji ber ku Riza Moskova ji xwe ra wekî Kabe ya Îslaman dîtîye û hesibandîye.

Belê, Moskova ji Riza ra dibe wêstgeha yekem, lê li wir cîhana Riza tê xurîn, hildişe. Piştî Moskovayê diçe Azerbeycanê, li wir jî diçe Gurcistan û Ermenistanê, dibe nasê gelek Kurdên Êzîdî, hozan, hunermend û zanyarên wan birayên xwe. Diçe çîyayê Elegazê di konê çadiranda radize, dibe mêvanê xwedîyê naxira pezan, ji wan gelek tiştan fêr dibe. Li Lenîngiradê dibe nase Profesor Qanêtê Kurd yê Dilovan, Ordîxanê Celîl, Zera Ûso. Di gera duwem da diçe Qazakistanê, li wir jî dibe nasê gelek kesên zanyar, Kurd birayên xwe. Ango Riza ji kîjan kesî ra dibe heval, dibe nas û dipeyîve, ji wî tiştekî fer dibê, wî ji xwe ra wekî mamoste dihesibîne û dibîne.

Belê, Riza piştî evqas kar û gerê, di 14yê Nîsana 1984an da qeyrana dil derbas dike, ji mirinê difilite. Piştî qencbûyînê, vêca diçe Melbourne yê li wir Kurdên wî bajarî rêzdike, di dûwahîya hemen salê da li wir tev hevalê xwe Zekî Çakirê Dilovan û Fadil Sûnayê Farqînî “Komala Kurdên Vîktorîya” dadimezrîne, Zekî Çakir dibe Serok. Piştî du sal, ew Komel jî dikeve destê PKK’îyan, êdî ji Riza ra rêya avakirina komelan, kar û barên civakî teng dibe, îcar vêca Riza destpêka nivîsandina pirtûkan dike. 18 car diçe Awropa, çar car diçe Yekîtîya Sovyetan, carek diçe Amêrîka, Kanada û Çînê û carekî jî diçe Sûrîyê, İraq û Îranê. Ango sê patrçeyên Kurdistan. Ji bilî evqas ger, kar û xebatên cur be cur, Riza di gelek konferans, semîner û panelanda beşdar dibe, peyîvdaran guhdar dike, bi xwe jî diaxife, dibe hezkirîyê hin kesan.

Belê, Riza heya vê sala 2020, 24 pirtûk nivîsîye. Ji van piranî helbest in. Ên din 4 roman, 1- Çîrokên Gelî. 1- Berhevok, 2- Bi du zimanan, ango bi tirkî û bi kurdî bîranînên wî, 3 tene jî bi nivîsê wî yên ku di hin rojname û malperên kompîtor, ên kurdî da derketine, ên din jî hemû helbest in. Ji wan jî 5 pirtûk bi 2 zimanan ve hatine çapkirin. Ango 2 pirtûk bi hev ra. Ji bilî evqas gotinan, eger kesek bixwaze li ser tevahîya jîyana Riza Çolpan serwext bibe, ew dikaribe bhîranînê wî yên ku wî bi du zimanan, ango bi kurdî û bi tirkî nivîsîye, bixwîne. A ku bi zara dayîkê ve hatîye nivîsîn, ev e: “Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan” Weşanên Veng, Stenbol, A ku bi tirkî hatîye nivîsîn jî, ev e: “Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam”. Weşanên Doz, Stenbol.

Piştî evqas gotinan, Riza heya vê sala 2020, 2000î zêdetir pitûk, bi sedan kovar, bi hezaran nivîs û bendê nivîskaran xwendîye, ji xwe bi xwe ra bûye mamoste. Ango xwe perwerde kirîye. Riza xudan 4 zarokan e. 2 keç, 2 law. Ji bilî ev, Riza ev e 50 sal e ku li Awistûralya, li bajarê Sydney cîwar bûye; li wir dijî, kalekî 85 salî ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1- PKK’nın Yanlışları ve Kürd Küçük Burjuva Milliyetçiliği.
  • 2- Türkiyeli Emekçiler Destanı. (Helbest, şiir)
  • 3- Destana Dîroka Kurd û Kurdistan. (Helbest, şiir)
  • 4- Xidê Naxirvan û Tevkuştina Dersimê. (Roman)
  • 5- Nado Kurê Xwe Firot. (Roman)
  • 6- Çîrokên Gelî. (Halk hikâyeleri)
  • 7- Dayîka bedbext Ez im Kurdistan. (Helbest, şiir).
  • 8- Hîroşîma Duwem Helebce. (Helbest, şiir)
  • 9- Hesreta 50 Salî û Kilamek jibo Apo. (Helbest, şüir)
  • 10- Serhatîyên Rustem û Namerdîya Namerdan. (Roman)
  • 11- Destana Evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê. (Berhevok)
  • 12- Duyguların dili. Zimanê Pejnan. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
  • 13- Bimire Birakujî, Bijî Kurdistan. (Helbest, şiir)
  • 14- Nâzım’a Mektup. Ji Nazim ra Name. (Şiir, Helbest, bi du zimanan)
  • 15- Altmış Yılın Hasreti. Kesera Şêşt Salî. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
  • 16- Duyguların Sesi. Dengê Pejnan. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
  • 17- Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan. (Anılarının Kürdçesi)
  • 18- Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam. (Anılarının Türkçesi)
  • 19- Bir Ömrün Son Duyguları. Pejnên Jîyanek Dûwahî. (Helbest, şiir bi du zimanan)
  • 20- Avusturalya’da Kürd Sesi.
  • 21- Avusturalya’dan Kürdistan’a Gelen Ses. (Gazete ve kompitörsitelerinde, Kürdçe, ve Türkçe yazılan yazılar) (Nivîsên ku di rojname û malperên kompîtor da, bi du zimanan, bi kurdî û tirkî derketine)
  • 22- İkinci cilt, yine özel yazılar. Derpêça duwem. (Nivîsên taybet)
  • 23- Yine iki dilde yazılan yazılardan. (Dîsa ji hin nivîsên taybet, bi du zimanan)
  • 24- Gurên Devbixwîn, Ên Çar Ling û Ên Du Ling
  • Belê, Riza Çolpan 24 pirtûk nivîsîye; ku pênc pirtûkên wî bi du zimanan hatine nivîsîn. Eger em wan her yekî dudu bihesibînin, dê hejmara pirtûkên wî bibin 29.Ji bilî evqas gotin û agahîyan, yên ku dixwazin bêtir li ser jîyana Riza Çolpan serwext û agadar bibin, dikaribin, bîranînên wî yên ku bi du zimanan ve hatine nivîsîn bixwînin. Ê ya ku bi kurdî nivîsîye, li jor me nav nivîsîye, “Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan”. Veng Yayınları, İstanbul. Ê ya ku bi zimanê tirkî hatîye nivîsîn, ew jî ev e: “Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam”. Doz Yayınları, İstanbul.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]