Here naverokê

Kûpik

Kûpik
Gelincik
Kûpik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kûpik
Kûpik
Koordînat: 38°59′44″Bk 39°46′0″Rh / 38.99556°Bk 39.76667°Rh / 38.99556; 39.76667
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDêrsim
NavçeMêzgir
NahiyeMoxindî
Bilindahî
1.480 m (4860 ft)
Nifûs
 (2011)
45[1]
Koda postayê
62800
Koda telefonê(+90) 428
Map
biguhêreBelge

Kûpik (bi tirkî: Gelincik) gûndekî dîrokî yê bajerê Dêrsim ê li Bakûrê Kurdistanê girêdayê Navçê Mêzgirê ye. Gund ji aliyê Gundên Qurqurik'ê (Bakur), Şowag (Rojhilat), Lodek (Rojava) û Dawalî (Başur) ve hatiye dorpêş kirin.

Gund di bin Çiyayê Curnikan de hatiye ava kirin û ji şeş Gom (zom)an pêk tê. Navê gomên wê Nava gund (navenda gund), Gom, Mala Wîyalî, Goma Karê, Kortareş, Sêdikan û Mala Welîyêhesê ne.

Du newalên gund hene. Yek Newala Beravê ye ku di nava gund de derbas dibe ku navê xwe ji berava gundiyan distîne. Newala duyemîn Newala Gola Miyan e. Ku di navbera Kupikê û gundê Lodekên de diherikê.

Her du newal li binê gund ku tevlê hev dibin navê wan dibe Newala Qemlaxan. Ev newal ji gundên; Dawalî, Çet, Goma Pocê, Karê, Canîg û hin gundên din ku derbaz bu tevlê Çemê Pêre dibe.

Gund ji Du bavên hatiye. Yêkem: Derwêşgewrî, Dûyem: Bamasûrî

Bamasûrî di nava xwe de çar Ezbetin. Seynûriyan, Seydawasan, Mala Êliyê Seyda Mistefayê, Mala Welîyêhesê (Safiyan) ne.

Dewrêşgewrî: Mala Karê, Mala Macê, Mala Cakê, Mala Awês in.

Kûpik, li herêmê yek ji çar gûndên pîr'an e. Li gorî baweriya Elewîtiya Kurd di birêvebirina bawerî de çar tofiyên bingehîn hene û ji van pêve jî tu tofiyek nayê pejirandin.

Yekem û herî bingehîn:

Taliw e ku ew her tiştin. Lewra ew bawerkirin. Ku ew nebin dîn, an jî ol nabin. Gel'in. Asta rênîşandan û rawekarî yan jî leşkere kirinê de weyn û pêgeh yê Raywer e. Raywer, pêxamberê pîr e û gotin û şîret/ogit ên pîr bi taliwan rê leşkere dike; dide fêhm kirin.

Pîr, pîr sazîgêr herî bibandor ya gelemperiya (tevahîya) Elewîtiye. Hersal di demsaleke guncaw de li nav taliwên xwe digere û pirsgirekên wan çareser dike. Di vê gerê de her pirsgirekên civakê tê Civat ê û li wir teqez tê çareser kirin.

Pîr civatê birêve dibe her mala taliwê xwe zêwî dike, Gulbanga wan dide û taliw jî Çiraheq / Çiralixa xwe ya salê didin Pîr. Her Pîrek di hîm xwe de gere tenê neçe taliwan. Divê li cem Koçekê xwe pê re be. Koçek ji ber çi sedemê derketiye nehatiye tomar kirin û loma jî di demên dawî de tenê wekî alîkarê bar û giraniyên pîr hatiye fêhm kirin. Pir girîng e ku mirov bêje ku Koçekî di baweriya Êzîdîtî de jî bi eynî navî weyn digire. Li di Êzdîyatî de qedr û payeyê koçek gelekî bihêz û biqedr e.

Tofiya dawî jî Mîrşûdê. Ev pêgeh, pêgeh ê pîr ê pîrên e. Li nerîtê de wekî parêzwanê baweriyê ye û hin pirsgirekên ku pîr sererast nekiriye digire dest û wekî pêgehê dawî şîrove dike û rê nîşan dide. Li ji ber ku di Elewîtiya Kurdên de ew jî xwedî pîr in bi awayekî çerx li hev dizivir e. Dîsa hêjayê gotinêye ku di Baweriya Êzîdayetî de jî Mîr heye. Mîrê baweriya Êzdayetî li cem Elewîtî çawa bûye Mîrşûd nayê zanîn. Yan jî Mîrşûd ê Elewîtî çawa buye Mîr ew jî nayê zanîn.

Kupik, gundêki xweşîk girêdayî Bajêroka Moxindî yê ye. Ji Moxindî bi rêya erebê derûdorê 7 km dûr e. Li bi pêya 3,5 – 4 km ye. Navberê de Deşta Sûlavê heye. Rêya Erebê bi du awayî diçe Moxindî. Ya yêkem rêya bi li ser Şowagê re ya duyemîn jî li ser Lodekên, Şîlk, Dawalî, Çet ê ve ye. Ya herî kêzîn jî eva rêya ye. Li gorî daneyên erdnîgarî Kûpik li ser Berwar ê Bakûr yê 38 pîle 9 deqe, û dagerê bî jimare ya 39 pîle 7 deqe 5815° hatiye avakirn. Bilindahiya gund ji asta Behra biqasê 1520 mîtroyan e.

Li rojhilatê gund, gundê Şowagê; li Bakûr Qurqurik; li Başûr gûndên wekî Çet Û Dawalî; li Rojava jî gundê Lodekên hene.

Li Kupikê zêwîya bi navê Qorî heye. Ku li herêmê gelekî navdar e. Heman demê de cîhekî gelek bilind e. Ji ber ku li ser Qorî, Deşta Oxî (DEP), Xiran, Mamekî, û çiyayên Miradê tevahî xuya dikin.

Sal Gelhe[2]
2011 45
2000 50
1990 116
1985 181
  1. ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2012
  2. ^ Yerelent, Gelincik, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2012