Riza Topal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Riza Topal, hunermend û helbestvanekî kurd e. Hê di salên zehmet ên 1960-70 yan da, wî bi serbilindî xwe wek hunermendekî Kurd da naskirin. Bê guman ji ber vê tercîha xwe wî gelek êş û cefa kişand û ji gelek tiştan jî ma bê par.

Li gor dîtin û ramana wî, wek milet hewcedariya me Kurdan bi hunera nîgariyê (şêwekarîyê) jî heye. Ew zû pê hisîyaye ku sloganên tûj ên vitivala, nikarin şikil bidin sewiya rindî, kalîte û estetîka hunera miletekî. Ew ji aliyê xwe va, ji xwe bawer, bi awakî mutewazî bi vê doza hêja ya gihiştina sewiya miletên serbest û serbilind rabûye. Ew dixwaze ku di hunera hevpar a cîhanê da bîla para me Kurdan jî hebe, lê belê ev par divê ne bê naverok be, berevajiyê wê divê ev huner bi kaniyên kultur, dîrok û xusîyetên Kurdan û Kurdistanê va were avdan. Di vê pêvajoyê da ew wek hunermend û her wusa hunera ku ew diafirîne serbestiya xwe jî wenda nakin. Zimanê estetîka hunera wî bi zimanê cîhanî ye û di eynî wextî da bi kurdî ye jî. Li ba Riza Topal hostetiya vê mêzînê heye. Hunera Riza Topal hunerekî nûjen e. Her çiqas ku qabîlîyeta wî di heremên abstrek da xwiya dike jî û kengê bixwaze dikare per û baskên xwe di vê herema hunerê da jî veke, xwiya dike ku realîzm û her wusa realîzma Kurdan û Kurdistanê eve zûva ye ku wî xistîye bin tesîra xwe. Ew dixwaze bi fîgur û dîmenên Kurd û Kurdistanê resimên xwe çêke. Lewra nîgarên bi vî awayî, ji aliyê kesên ne Kurd va jî, tafil wek xusîsîyetên civat û welatê Kurdan tên naskirinê. Ew hewcedariya vê yekê dibîne, lewra di sîstema bêbext a bindest kirin û bindest hiştina Kurdan da, daxwaza xêrnexwazan ew bû ku Kurdan wek milet û Kurdistanê jî wek welat ji rûyê dinê tune û wenda bikin. Hunermend bi hemû hêza xwe, li himberê vê xewna dagirkeran radibe. Lêbelê realîzma Riza Topal ne realîzmekî fotografî û hişk e. Realîzma wî wekî bayê hênik ê biharên Kurdistanê ye: Nerm, sivik, serbest û lîrîk. Ew hosteyê rengan e, rengên ku ji xwezeya welatê me dertên bi hostatiya hunera wî xwe digihîjînin hunera cîhanê. Ev rengên xwezayê, bi cil û bergên jinên Kurdan ra ketine govendê, ev govenda hevrêsîn û hevhunandinê ye. Riza Topal, helbestvanekî kurd e. Yek ji kedkarên rêza pêş a avakirina hunera nûjen ya kurdî ye. Ew ji bo me mamostekî hêja, siwarekî gernas û helbestvanekî rengan e. Ji aliyê dî va, çewa ku di hevpeyvîna ku kovara NÛDEM ê pê ra kirîye da xwiya dike, hunermend Riza Topal eve ji zû va ye ku bi edebîyatê ra jî mijûl dibe: Wî gelek berhemên edebî ji zimanê almanî wergerandîye ser zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) û her wusa wî bi xwe jî gelek berhemên edebî nivîsandîye. Çewa ku em pê dizanin ev xebatên wî yên edebî hê rûyê rojê nedîtine, ango hê nehatine çapkirinê. Di vî warî da weşanxane û dezgehên ku bi xebatên edebîyatê ra mijûl dibin divê destê alîkariyê dirêjî Riza Topal bikin.

Di pêvajoya avakirina civatên hevdem da, despêkê da arîstokrasî û paşiyê jî burjuwazî alîkarî û mil da ji bo pêşketina hunera nîgarî (resim û heykel). Gelek dewlemend ji bo xwe civanbendan (koleksîyonan) avakirin. Ev civanbend paşê bûn bingehên muzaxanên hunerê. Lê belê haya me Kurdan hê ji vê tecruba xelkên dinyayê tune ye. Ku meriv xebatên xanima hêja Hêro Telabanî yên derbarê hunerê dane alîyekî, meriv leqayê tu civanbendên Kurdan nayê. Ne li bakûrê Kurdistanê, ne li başûr û ne jî di nav dîyasporaya Kurdan da tu xebatên avakirina civanbendên rêk û pêk xwuya nakin. Ji alîkî da bi sedan hunermendên Kurd hene ku ji wana bi dehan kes di sewiya hunermendênên Awrupî da ne û ji aliyê dî va jî civat û dezgehên kurdî ku haya wan ji hunerê tune û bi pê ra elaqeder nabin hene. Bê guman di şertên gelek zehmet da hunermendên Kurd hunera xwe diafirînin û gelak caran jî ji bê çaretiyê hunera xwe bi erzanî difroşin kesên ji miletên cuda. Ango ji niha va li ba kesên ne Kurd yên hunerdost da bi bi sedan , dibe ku bi hezaran berhemên ku bi destên hunermendên Kurd hatine çêkirin hene. Alîkî din ê vê trajediyê jî ew e ku, beşekî mezin ê babet û naveroka vê hunera ku em behs dikin, li ser civat û pirsgirêkên miletê Kurd e, û çewa ku min li jorê jî got, Kurd ne bi vê hunerê ra elaqeder dibin û ne jî tu xeman dixwin. Tecrubên miletên din bi me nîşan didin ku, di wextekî ne ewqas dûr da, wê îca Kurd çi wek dezgeh û çi jî wek kes, bi bihayekî gelek mezin bikebin bi dû van berhemên hunermendên Kurd ên belewela û wenda. Çavkani: Serhad Bapir ≈≈Girêdanên Derve≈≈ ″[]