Roja Nû (rojname)
Roja Nû, rojnameyeke Kamiran Alî Bedirxan bû. Hejmara pêşî 3ê gulana 1943an de derket[1]. Bi tevahî 73 hejmar derketin û ya talî di 27ê gulana 1946an de hate çapkirin[2]. Ew bî zimanê kurdî û fransî dihate derxistin. Rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3 rûpel bi kurmancî bûn û yek bi fransî bû. Hejmara herî dawî ya 73emîn tevahî bî zimanê fransî derket[3].
Rojnameyeke hefteyî bû, lê ji ber rewşa aborî û ciyopolîtîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin û hem jî hatiye rawestandin.
Tevî ku rojnameyeke siyasî bû, lê belê gelekî guh daye filoklor û çanda kurdî jî. Hin nîvîskarên rojnamê: Dr. Kamiran Alî Bedirxan, Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî.
Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Roja_nu_(rojname)_hejmar_1-73.pdf
- https://archive.org/details/roja-nu-hejmar-1-73
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "AK | Arşîva Kurdî". ontwikkel2.mvanlaar.net. Roja wergirtinê: 23 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ Roja Nu Hejmar 1 73 (bi Kurdish). 1943.
{{cite book}}
: CS1 maint: unrecognized language (link) - ↑ Roja Nu Hejmar 1 73 (bi Kurdish). 1943.
{{cite book}}
: CS1 maint: unrecognized language (link)