Kamiran Alî Bedirxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kamiran Alî Bedirxan
Bedir Khan brothers.jpg
Kamiran, Sureya û Celadet Bedirxan
Jidayikbûn 21ê tebaxa 1895an
Mirin 6ê kanûna pêşîn a 1978an (83 salî)
Parîs, Fransa
Esil Kurd
Pîşe
  • Parêzger
  • rojnamenivîs
  • mamoste
Hevjîn Nathalie d'Ossovetzky (ji 1954 heta mirina wê 1975)
Dê û bav
Malbat Malbata Bedirxaniyan
biguherîneBelge

Kamiran Alî Bedirxan parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê.[1] Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Beyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Beyrûtê rojnameyên Roja Nû[2] û Stêr[3] derxistin.

Kamiran Bedirxan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Zanîngeha Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.

Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêb nivîsandin. Herçiqas pirtûkên wî ên kurteçîrokan tune bin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.

Kamiran Alî Bedirxan di salên 1940î de, dersên xwendina kurdî dida kurdên Libnanê li zanîngeha Layîk ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên kurdî yên radyoya Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte du caran bû, roja çarşemê û roja înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxaneya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat[çavkanî hewce ye].

Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970 û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran.

Kamiran Alî Bedirxan sala 1971ê serek da kurdên Beyrûta Libnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê.

Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Jiyana polîtîk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di salên 1991an de wekî malbatiyên xwe yên din ew jî endamê Civata Bilindkirina Kurdistanê bû. Di sala 1919an de Kamuran û birayê wî Celadet Bedirxan di geştên xwe yên li Iraqê de digel zabitê Brîtanî Edward Noel bûn. Edward Noel afirandina neteweyek fermî ya Kurdistanê dinirxand.[4]

Bedirxan dijberê tevgera serxwebûnê ya Atatürk bû û di sala 1919an de ji aliyê dewleta Brîtanya ve li Stenbolê biryar hate dayîn ku beşdarî kongreya Sêwazê de û Mustafa Kemal Atatürk hevdîtin pêkbîne. Ew û gelek kes, birayê xwe, parêzgarê Xarpêtê û zabitê Brîtanî Edward Noel re ket rê lê hevdîtin pêk nehat.

Kamuran dijberê Kemalîzmê bû û dema ku Komara Tirkiyê di 1923an de hate ragihandin, wî berê xwe da welatê Almanya koçê wir bû.[5] Çendekî bi xizmên xwe re li Munîhê dijî. Wî li Zanîngeha Ludwig Maximilians hiqûq xwend û piştî ku xwendina xwe li Zanîngeha Leipzigê dewamkir û li wir jî xelas kir. Di sala 1927an de ew li Sûriyê bicîh dibe û li Beyrûdê wekî parêzer kar dike. Beşdarî rêxistina Xoybûn dibe û di derxistina rojnameya kurdî Hawar de alîkariya birayê xwe dike. Di salên sihî de ew li Berlînê ma û bi Karl Hadank Îranî re hevdîtinek pêk anî. Di navberên salên 1942 û heta 1946an de li Radyoya Levant a Beyrûdê bernameyek radyoyê bi zimanê Kurdî pêk anî. Sala 1944 Kamuran beşdarî damezrandina pêşkeftina karsaziyan ya Tora Trava bû. Di navbera salên 1943 û 1946an de Kamuran Alî Bedirxan kovara bi zimanê Kurdî û Fransî bi nabê Roja Nû li Beyrûdê derxist. Salên paşîn ew li Almanya û Fransa dijî. Piştî ku Sûriye di 1946 de serbixwe bû, wî karê xwe di Radyoya Levant de winda kir û wî nikaribû rêyek bibîne ku di siyaseta herêmî de bibandor bibe. Ji ber vê yekê çû Parîsê li wir di sala 1948an de bû mamostayê Institut national des langues et civilisations orientales (INALCO) ê.[6]

Di sala 1960an de ew bû berdevkê Ewropî yê Kurdên Iraqê ya serokatiya Mistefa Barzanî. Wî têkiliyên girîng di navbera Kurdan û Îsraîl de danî. Îsraîl ji bo lawazkirina militraqa leşkerî û girêdana arteşa inraq li bakurê Îraqê Kurdan wek navgînek hêz dît. Sala 1962an de li Berlîna Rojava Îhsan Nûrî Paşa nas kir.[7]

Kamuran di sala 1978an çû ser dilovaniya xwe. Piştî koça dilovaniyê hate bû hevdamezrênerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Berhemên wî niha li Enstîtuyê têne ragirtin.

Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Roja Nû (1986). Weşanên Jîna Nû, Uppsala, Swêd. ISBN: 91970747-80
  2. Roja Nû (1986). Weşanên Jîna Nû, Uppsala, Swêd. ISBN: 91970747-80
  3. Stêr: Welat berî her tiştî (1992). Weşanxaneya Xanî & Bateyî, Brøndby, Danîmarka. ISBN: 87-983307-6-4
  4. "kurdish Academy – Just another WordPress site" (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2 kanûna paşîn 2021.
  5. Ersoy, Ahmet; G¢rny, Maciej; Kechriotis, Vangelis (1 kanûna paşîn 2010). Modernism: Representations of National Culture: Discourses of Collective Identity in Central and Southeast Europe 1770?1945: Texts and Commentaries, Volume III/2 (bi îngilîzî). Central European University Press. ISBN 978-963-7326-64-6.
  6. "Knowledge, ideology and power. Deconstructing Kurdish Studies". web.archive.org. 2 kanûna paşîn 2008. Roja wergirtinê: 2 kanûna paşîn 2021.
  7. "From Damascus Street to Kurdistan | Alliance for Kurdish Rights" (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2 kanûna paşîn 2021.