Osman Sebrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Osman Sebrî (Apo) (*5.01.1905) li gundê Narincê ya Kolik a Semsûr - 1993 li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê) yek ji helbestvanên mezin ên kurd e. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Ekola Hawarê ye. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî ye. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bûye.

Jînenîgar[biguherîne]

Osman Sebrî di sala 1905ê de li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê çêbûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bûye. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bûye, bavê wî li sala 1915ê çûye ber dilovaniya Xwedê û apê Osman Sebrî ku bûye serokê nû yê êlê, ew xwedî kiriye.

Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatine girtin û li zîndana Amedê hatine darve kirin. Osman du salan di zindana Denisliyê da maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan.

Di sala 1929ê de, careka din Osman digel 26 serokên kurd tê girtin, lê dîsa zû tê berdan. Ew di 24ê çileyê pêşîna 1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin û hîn yên ne çap kirî jî hene.

Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.

Osman Sebrî roja 11ê çileyê paşîna sala 1993ê diçe rehma Xwedê û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.

Jiyana dîrokrêzî ya Osman Sebrî (Apo)[biguherîne]

  • 1905 - li gundê Narincê ya Kolik a Semsûrê çavên xwe vedike
  • 1915 - bavê xwe diçe dilovaniya Xwedê
  • 1922 - dibistana "Rûştiye" kutayî dike
  • 1928 - da dawiya vê salê di zîndana Denizli de
  • 1929 - li Meletîyê didin dadgeha Cengî (Dîwanî Herb)
  • 1929 - di 24.11 de derbasî binxetê (Sûrî) dibe
  • 1930 - vedigere Kurdistana Bakur
  • 1930 - Dûrxistin (sirgûn) li bajarê Reqa
  • 1930 - di 01.07 vê salê de dîsa dikeve Kurdistana Bakur bo alîkariya Şoreşa Agirî
  • 1930 - meha 10an xweveşartin di nava Inizan de
  • 1930 - dawiya salê derbasî Kurdistana Başûr (Barzan) ji bo xwe bigihîne Birkoyê Celalî, Şoreşa Agirî
  • 1931 - meha Gulanê li Musul û Bexda di girtîgehê de
  • 1931 - meha Pûşperê rev nav Bedewîyan li Tilelqed
  • 1931 - meha sermawezê heya sala 1935'ê dûrxistin li Aman û Filistîn
  • 1935 - direve nav eşîra Berazan, tê dîlgirtin du mangî di girtîgehê de
  • 1936 - dûrxistin li Girava Madagaskar (Efrîqa)
  • 1937 - vegerandina Lûbnanê
  • 1938 - vegerandina Şamê û heya sala 1941'ê danxwandina zarokên Kurd di "Nadî Seleheddîn" de
  • 1941 - payîza vê salê dîsa direve Kurdistana Bakur (bi tevî lawê xwe Welato yê ku paşê tê şehîdxistin)
  • 1942 - heya sala 1943'ê xebat di kovara Hawarê de, tev Celadet Bedirxan
  • 1944 - heya sala 1949'ê karmendiyê dike û bi destê wezîrê (neroyê) hundirî tê avêtin (ji ber xebatên wî yên Kurdewarî)
  • 1956 - danîna hîmê Partiya Demokratî Kurdî li Sûrî
  • 1960 - heya sala 1962'ê di girtîgehê de
  • 1962 - heya sala 1963'ê li Beyrût
  • 1963 - 23.05 ya vê salê heya 31.12.1964 di girtîgehê de
  • 1969 - 14.06 ya vê salê dikeve nav Kurdistana Bakur, ji ber ku di 16.03.1969'ê de biryara 2 sal girtîgehê li ser hatibû dayîn
  • 1972 - heya sala 1973'ê dîsa di girtîgehê de, li Şamê
  • 1973 - Dewleta Sûrî ji bo wî biryara çavnêriya nêzîkî (Nezareta binçavî) ya temendirêjiyê dertîne û heya dawiya jiyana xwe di bin kontrola polîsên Surî de jiya

Kurtehelbestek ji Osman Sebrî[biguherîne]

 Maf
 Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker
 Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer
 Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin
 Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin
 Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî
 Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî

Şam, 1960, Zîndana Mêzê çavkanî: Arşîva Bablekan

Berhem[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]