Roja Welat (1977)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Roja Welat rojnameyeke panzdeh rojî bû ku li Enqereyê hatiye weşandin. Him nav bi kurdî bû, him jî nîv-nîvê Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêşî di îlona sala 1977'an de derket. Xwedî Mistefa Aydin, berpirsiyarê pêşî jî Sidiq Bozarslan bû.

Roja Welat jî wek Riya Azadî, bi destê kadroyên Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (PSKT) dihate derxistin. Ew jî wek Riya Azadî bi aliyê Kemal Burkay dihate îdarekirin.

Dema ku Xwedî û berpirsiyar çûn ba hikûmetê, serî lêxistin (muracaat kirin), gotin, em dixwazin rojnameyeke hanê derxînin, polês gelek qehirî, ew avêtine nezaretê û ji wan ra gotin[çavkanî hewce ye]:

"Emê serê we jêkin! Hûn nikarin rojnameyeke Kurdî darxînin. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe, lê bi Kurdî nabe!.."

Piştî ku xwedî berdan, ew çû ba notêr û bi riya notêr agahdarî şande waliyê Enqerê. Walî dîsa jî, nameyek ji xwedî ra şand, di namê da dihate gotin ku, "Zimanê fermî Tirkî ye û hûn nikarin bi Kurdî rojnamê derînin." Lê gor qanûnê, zimanê fermî Tirkî be jî, herkesekî dikaribû bi kîjan zimanî bixwaze weşanekê derxe. Ji ber ku ew ne karê fermî bû.

Bi vî awayî Kemal Burkay û hevalên xwe guh nedan polis û walî û haziriya derxistina rojnamê kirin. Lê ku hejmara pêşî bo çapê hazir bû, xwediyê çapxanê ku bo çapê soz dabû, poşman bû.. Vêcar çapxaneyeke din hate dîtin û rojname derket. Bi derketina rojnamê teşqeleke mezin çêbû. Gelek kesan, heya kesên rojnamevan û parlamenter kirine qîrîn, gotin: "Çawa dibe li vî welatî weşaneke Kurdî dertê; welat wê parçe be!"

Polis jî di ser rojnamê da girt. Li kîderê gihîştiyê dest danî ser. Berpisiyar û xwedî girtin. Dadgeh çêbû. Di dadgehê da xwedî û berpirsiyarê rojnamê gotin: "Bi Kurdî weşan derxistin mafê me ye û emê bikin!"

Berê Xwedî hat berdan. Berpirsiyar hat guhartin û demek şunda hejmara duwemîn derket. Hevalan baş berxwe dan. Bajar û bajar gerîn ku çapxane bibînin û çapkin. Bi vî awayî şerê wan û polis bû. Hevalên PSKT, da ku rojname nekeve destê polêz, ji çapxanê bi lez û bez direvandin, dibirin, digihandin Kurdistanê û bajarên dinê. Tu kitêbxane û dikan cesaret ne dikir ku rojnamê dayne camekanê xwe. Belavkirin dîsa bi destê xortên partiyê û hezkirên rojnamê bû. Wan rojname dibirin bi lez li qehwe û malan belav dikirin, difirotin. Berxwedaneke mezin bû. Berpirsîyarê rojnamê bi dû hev guherîn. Sidiq sal û nîvek ceza xwar. Piştî wî Fîkret Akay hat; ew çû, Mahmut Çeşme hat. Gelek kes ji ber belavkirina, heya xwendina rojnamê hatin girtin, ceza xwarin.

Çapemeniya Tirk himber vê zordestiyê bêdeng bû, heya memnûn bû! Lê hin sosyalîst û demokratên Tirk jî li dijî vê zordestiyê derketin. Xasima komela mamosteyan TOB-DER, ku mamosteyên Kurd (hevalên PSKT) jî di komîta giştî û rêvebir da pardar bûn, bi xurtî piştgiriya Roja Welat kir.

Ji ber vê zordestiya giran, periyodên Roja Welat dirêj bûn, ew nekarî tim di waxta xwe da, ango di panzdeh rojî da carê derkeve. Di nava du salan da 12 hejmar derket. Li dawiyê ew jî, wek Riya Azadî di destpêka sala 1979 da bi destê hukma leşkerî hat girtin.

Lê Roja Welat, bi van 12 hejmarên xwe jî dengekî mezin derxist û roleke mezin lîst. Hejmara pêşîn 20 hezar bû. Hejmarên dinê 30 hezar derketin; heya yek-du hejmar jî 40 hezar. Eva tîrajeke bilind bû heya ji bo rojnamên Tirkan. Xasima di bin wê zordestiya giran da.

Roja Welat bi resim bû. Tê da, tevî nûçeyan, nivîsên sîyasî, beşa çandî jî hebû. Ji aliyê propagande û ajîtasyonê gelek xurt bû. Zimanê xwe, him Tirkî, him jî Kurdî sivik bû, zelal bû; herkesekî dikaribû jê fêm bike. Tevî hevalbendên Partiya Sosyalîst, kesên welatparêz û serbixwe jî ji Roja Welat ra xwedî derketin.

Di van salan da him Riya Azadî, him jî Roja Welat di Kurdistana Bakûr da ji bo hişyarkirina gel, ji bo xurtkirina bîr û baweriyên sosyalîstî û welatparêzî, ji bo nasandin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî roleke mezin lîstin. Gelek kesan bi riya wan bi dewlemendiya çanda gelê xwe hişyar bûn, nivîskarên berê û yên hemçax naskirin. Gelek kesan bi riya van herdu weşanan xwendin û nivîsandina Kurdî hînbûn. Hin xortan Kurdî ji Riya Azadî û Roja Welat hînbûn û her usa jî cara pêşîn di rûpelên wan da nivîsandin..

Ev herdu weşanên Partiya Sosyalîst, her usa jî, di derheqa nakokiyên nav partî û rêxistinên Kurdan da helwestekî baş girtin, dijî şerê birakujî derketin û yekitiya hêzên welatparêz xwestin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]