Here naverokê

Rojgirtin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Girtina Rojê

Rojgirtin an jî Girtina Rojê bûyereke xwezayî ye ku di dema tevgera heyvê de, heyv dikeve navbera Roj û Cîhanê de ku ji ber vê tevgerê parçeyek an jî bi tevahî dîtina rojê tê girtin.

Ji bo ku ev bûyer pêk were divê Heyv di qonaxa xwe ya heyva nû de be û Heyv, Roj û Dinya divê di heman rêzê de bin.[1] Her çiqas Heyv di salekê de nêzîkî diwanzdeh caran li dora Dinyayê bizivre jî, ji ber ku di navbera goşeya rêça rêgeha Heyvê û rêça rêgeha Dinyayê de nêzîkî pênc pileyan ferq heye ev hevahengî an bûyer her dem çênabe. Ji ber vê yekê bi navînî di salê di navbera du û pênc girtinên rojê de diqewimin ku herî zêde di du ji van girtinên rojê dikarin bi tevahî rûyê rojê were girtin. Girtina rojê herdem têne li korîdorek teng ê li Dinyayê dikare were dîtin.

  1. ^ "What is an eclipse?". www.esa.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2025.

Lînkên derveyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]