Rojnamevan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Rojnamevan romaneke Lokman Polat e.

Pirtûk behsa rojnemavan Karîn dike ku diçe Lûbnanê ji bo ku li ser Rojhilata Navîn binivîse. Piştre, ew bi tesadufî pêrgî kurdekî tê. Hevalê Karîn yê nû tewsîye lê dike ku ew biçe Kurdistanê jî. Rojnamevan ew vedigere Swêdê û piştre diçe Stanbolê, da ku ew xwe ji wir bighîne herema kurdan ya li Tirkiyê.

Destpêka salên 1990 î ye dema ku Karîn diçe Amadê. Gel hewl dide ku sersala nû, Newrozê, pîroz bike, tiştekî ku qedexe ye. Leşker hewl didin ku pîrozkirinê as oteng bikin û çend têne kuştin dema ku ew mudaxele dikin.

Ew rojnamevana bi meraq gelek tesîr lê tê kirin û biryar dide ku gera xwe bidomîne. Hema bibêje ew li nîvê welêt digere. Ew li her derî dibe şahidê çawsawandinê û belangaziyê û bêriya gelê kurd ya ji bo azadiyê. Di dawiya romanê de, sampatîyeke mezin ya gel bi Karîn re peyde / çê dibe û ew destpê dike ku bîr û baweriyên xwe li ser binivîsîne.

Pirtûk bi rêk û pêk hatîye nivîsandin û mirov dikare tewsiya bike yê ku dixwaze di derbarê bûyerên dehsalên dawî yên li Tirkiyê û Kurdistanê hinekî zêde agadar bibe.