Rolex

Rolex SA şîrketa saetên swîsreyî ye ku di sala 1905an de wek marqeya Wilsdorf û Davis ji aliyê kesên brîtanî Hans Wilsdorf û Alfred Davis ve li Londonê hatibû damezrandin. Marqe dû re wek Rolex SA hate guhertin û navenda şîrketê ber bi Cenevrê, Swîsre ve hate barkirin.[1]
Şîrketê di sala 1908an de Rolex wekî navê marqeya saetên xwe tomar kir û di sala 1915an de bû Rolex Watch Co. Ltd.[2][3][4][5] Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji ber aboriya nebaş a li Keyaniya Yekbûyî, şîrketê baregeha xwe ya xebatê bar kir Cenevreyê. Di sala 1920an de, Hans Wilsdorf Montres Rolex SA li Cenevreyê wekî navê şîrketa nû tomar kir (montre bi fransî tê wateya saeta destikê). Nav paşê hate kurtkirin û bû Rolex SA.[6][7]
Îro Rolex SA û şîrketa wê Montres Tudor SA di bin markayên Rolex û Tudor saetên destan dîzayn dikin, çêdikin, belav dikin û difiroşin.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "History - Fondation de la Haute Horlogerie". www.hautehorlogerie.org. Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
- ↑ "Rolex Watches History: 1905 - 1919". web.archive.org. 24 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 24 çiriya paşîn 2018. Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "Hans Wilsdorf - Fondation de la Haute Horlogerie". www.hautehorlogerie.org. Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
- ↑ "Hans Wilsdorf | Watchmasters" (bi American English). 9 çiriya pêşîn 2019. Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
- ↑ "Stocks". Bloomberg.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
- ↑ "The history of Rolex, from 1905 to 1919". Rolex (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.
- ↑ "Stocks". Bloomberg.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 17 kanûna paşîn 2023.