Ronî Îlten

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ronî Îlten wênesazekî kurd e.

Di sala 1963 de li gundê Tila Navro ya girêdayî Misircê Sêrtê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund qedandiye. Têkiliyên wî yê hunerê hîn li gund dest pê kiribûn. Gellek sitran afirandiye. Di sala 1994 de ji cih û warên xwe hatiye koçberkirin.

Di sala 2004 de li Navenda Çanda Biharê dest bi xebatên xwe yê şanoyê kiriye. Bi lîstika bi navê "Rastî " beşdarî mîhrîcana Batmanê (2004) bûye. Di heman demê de derhinêriya lîstikê jî kiriye. Bi heman lîstikê beşdarî mîhrîcana Amedê (2005) bûye.

Wekî din lîstikeke şanoyê ya bi navê "Koç" nivîsandiye û derhinêriya wê jî kiriye. Bi vê lîstikê beşdarî mîhrîcana Batmanê (2005) bûye. Di Sala 2005'an de beşdarî du pêşangehan bûye. Yek li Batmanê li Kolana Hunerê u ya din jî li Bulanikê wekî taybet vekiriye.

Perwerdehiya xwe ya wêneyê li kargeha hunerên ciwan a bi navê "Soresor" ê li ba wênesaz,nivîskar û wêjevan Fewzî Bîlge dîtiye û xebatên xwe yê hunerê hîn jî li wir didomîne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]