Ronahî (fizîk)
Xuyakirin
(Ji Ruhnahî (fîzîk) hat beralîkirin)
Ronahî tîrêjeka karevayî-asinrevayî ye ko pêldirêjahiya wê bi çavên mirovan dihên dîtin. Di nivîsînên zanistî da, hindek caran ji hemî tîrêjên karevayî-asinrevayî yên xwedî hemî pêldirêjahiyan ra dibêjin ronahî. Keriyê hîmaniya ko ronahiyê pêşber dikit foton e.
Sê rehendên ronahiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sê rehendên (anko dîmensyon) ronahiyê û hemî tîrêjên karevayî-asinrevayî ev in:
- Tewijim (bi îngilîzî: intensity) an mezinahî (fizîk) ko bi hesta ronatî ya ronahiyê ve girêdayî ye.
- Frekans an jî bi awayekê dî pêldirêjahî ko mirov wekî reng berhest dikin.
- Cemserandin (anko kujiyê velerzînê) ko mirov di rewşên edetî da bi zehmet dikarin hest pê bikin.
Ji ber saloxetên duanî yên pêl-keriyan, ronahî saloxetên herduan nîşa didit. Lêkolîna li ser ronahiyê ko bi navê optîks dihêt niyasîn, yek ji tayên giring ji fîzîka nûdem e.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî fizîkê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |