Pergala Navneteweyî ya Yekeyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sîstema Navneteweyî ya Yekeyan hat beralîkirin)
Yekeyên bingehîn ev in: second (s), metre (m), kîlogram (kg), ampere (A), kelvin (K), mole (mol) û candela (cd)

Pergala Navneteweyî ya Yekeyan (bi înglîzî The International System of Units) ko ji ber navê wê yê fransî (Le Système international d'unités) wekî SI dihêt kurtkirin tehera nûdem ya pergala metrîk e. Ev pergal di warê bazirganî û zanistî da berbelavtirîn pergala yekeyan li cîhanê ye.

Pergala metrîk ya kevin çend destekekên yekeyan tê da bûn. SI li sala 1960ê li ser bingehê pergala metre-kîlogram-saniyeyê hat avakirin. Ev pergal gelek pergaleka jînwer e û gelek yekeyên nû bi lihevhatinên navnetewî û li goreyê pêşdaçûna teknolojî yên pîvanê pênase dikit an jî pênaseyên kevin yên yekeyên kevin diguhêrit.

Piraniya welatên cîhanê pergala SI wekî pergala fermî pejirandî ye. Lê hêşta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di gelek biyavan da sîstema kevin jî dixebitînin. Li Brîtanyayê siyaseta hikûmetê wergerandina pergala kevn e, lê hêşta ev pergal di hemî waran da bi temamî nahêt xebitandin. Welatên ko hêşta SI bi tewawî nexebitandî (mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û KYB) yekeyên xwe yên pergalên kevin li goreyê SIyê jinûve pênaskirine.