SBS Radio

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji SBS RADIO hat beralîkirin)

SBS (Special Broadcasting Service) dezgeheke australî ya ragîhandinê ye. SBS RADIO bernameyên bi bi 64 zimanan, kurdî jî di nav de, diweşîne: www.sbs.com.au/kurdish

SBS Kurdî: Australya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyeke heftane ya dusaetî ye; rojên Înî saet 6:00 ta 7:00 êvarê û Yekşemê, ji saet 2.00 p.n ta 3:00 p.n, bi dema rojhilatê Australyayê, zindî dihêt ser bê. Yek ji bernameyên dezgeha radyo ya Special Broadcasting Service (SBS) ya australî ye ku bi 64 ziman û zaravayan bernameyan li Australya pêşkêş dike, bo civatên etnîk yên li Australya cîhwar.

Bernameya kurdî di sal 1985 de dest pê kir. Ji wê demê ta 2015, Şahînê Bekirê Soreklî berpirsiyar û pêşkêşerê bernameyê bû. Niha Mayada Kurdî Xelîl berpirsiyar û pêşkêşera bernameyê ye. Bername ji navenda SBS ya Sydney dihêt belavkirin û dikare li Sydney, Melborn û dever û bajarokên nêzikî wan bihêt guhlêdan. Bername dikare bi rêya înternêt jî bihêt bihîstin.

SBS AUDIO/ Beşê Kurdî bernameyên xwe bi buletena nûçeyan û raportên hevkarên xwe ji Kurdistanê û Ewropayê dest pê dike. Di bernameyê de hevpeyvîn û babetên corbicor hene, her weha muzîk û stranên kurdî. Bername bi zaravayên kurmancî û soranî ye.

Radyo SBS herwekî li ser înternetê jî xwe dide guhdarîkirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]