Sabir Ebdulahîzad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sabîr Ebdulahîzad hat beralîkirin)
Sabir Ebdulahîzad
Jidayikbûnjdb. 21ê îlona 1986an
Gundê Dizê, Mirgewer, Ûrmiye, Rojhilata Kurdistanê
PîşeDersdêrê hiqûqê
Zimanê nivîsinêKurdî
HevwelatîÎran
PerwedeZanîngeha Azad a Îslamî [Tehran - Lîsansa Bilind a Hiqûqê (Şaxa Hiqûqa Navnetewî)],
Zanîngeha Hemedanê (Doktoraya Hiqûqa Navneteweyî)
DestûrnameZanîngeha Azad a Îslamî
Berhemên navdar
  • Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî, ferheng, 2018.
biguhêreBelge

Sabir Ebdulahîzad (jdb. 21ê îlona 1986an, gundê Dizê, navçeya Mirgewerê, Ûrmiye) dadnas, wergêr û endamê PENa Kurd e.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

21ê îlona 1986ê li bajarê Ûrmiyeyê, navçeya Mirgewerê, gundê Dizê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, dibistana navendî û lîse li li vê navçeyê xwendiye û sala 2006ê lîsansa hiqûqê li Zanîngeha Ûrmiyeyê kiriye. Pişt re sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê û Lîsansa Bilind a Hiqûqê (Şaxa Hiqûqa Navnetewî) li Zanîngeha Azad a Îslamî dixwîne. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê hatîye wergirtin. Di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêriya hiqûqê kiriye. Lê sala 2016an ji ber sedemên siyasî ji zanîngehê hatiye avêtin. Ji ber fişar û gefên rejîmê neçar maye ku ji Îranê derkeve. Niha li bajarê Wanê dijî.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî 1, ferheng, Weşanên Sîtav, 2018, ISBN: 9786058139565.
  • Ferhenga Têgihên Hiqûqê, ferheng, wek Komxebat, Weqfa Mezopotamyayê, 2019, ISBN: 9786058097544.
  • Sefîzade, S. (2021), Nameya Serencam yan Kelama Xezîneyê. (werg. M. Ozdemîr & S. Ebdulahîzad), Wan: Sîtav, ISBN:9786257734110.
  • Begikhani, N, (2021). Serdema Paş-Heqîqetê. (werg. S. Ebdulahîzad). Le Monde Diplomatique- Kurdî, 65, 1-2.
  • Kurdistanî, M. (2020). Dîroka Erdelanê. (werg. S. Ebdulahîzad). Wan: Sîtav ISBN: 9786057920805.
  • Abdollahizad, S . (2020). Giringîya Zimannasîya Hiqûqî di Pergaleka Hiqûqî ya Dadmend da . Folklor u Ziman , 1 (1) , 77-92 . Retrieved from https://dergipark.org.tr/en/pub/folklorziman/issue/54068/689893
  • Ebdulahîzad, S. (2021) Hiqûq, şax û Jêrşax. Aşdad, 1 (1), 41-45.
  • Ebdulahîzad, S. (2019). Hiqûqa Navneteweyî, Astengî yan Derfet?. Tîşk, 21 (52), 372-377.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]