Salah Sadallah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Salah Sadallah
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Salah Sadallah (1930 - 2007) nivîskar û rewsenbîrekî kurd bû. Xwediyê berhema naskirî Ferhenga Selahedîn û Ferhenga Kurdî-Înglîzî bû. Salah Sadallah, zavayê Mîr Celadet Bedirxanî bû, ango hevserê Sînemxan Bedirxan bû. Salah Sadallah roja 19yê çiriya yekem 2007, li başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê koça dawî kir. Salah Sadallah bi awayekî rêk û pêk, bi beşdarbûna cemawerekî mezin ji dost, heval û kesayetiyên berpirsyar li bajarê wî Zaxoyê hat veşartin.

Salah Sadallah xwediyê xebateke dirêj bû di warê çand û edebiyata kurdî de zêdetirî 20 pirtûkan nivîsandiye.

Salah Sadallah ji bilî ferhenga xwe ya Inglîzî - Kurdî a bi navê Ferhenga Selaheddîn, ew herwiha bi pirtûkên wergerên ji inglîzî bo kurdî, wek Berfên Kilîmencaro, romana Ewê Dîplomatîk, hem jî ji erebî bo kurdî dihate naskirin.

Vê dawiyê rehmetî Salah Sadallah pirtûka Ehmedê Xanî (Mem û Zîn) ji kurdî wergerandibû inglîzî, ew berî mirina xwe bi çapkirina wê berhema xwe re mijûl bû. Hem jî pirtûkek li dor kurdên Suriyê amade dikir.