Salihê Ûsiv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Salihê Ûsivê Qaso, kevnarefiroş û çîrokbêjê serpêhatiyên gencînegeran ê kurmanc e ku di 1952an de li gundê MerxendêBismila Diyarbekirê hatiye dinyayê.

Bav û kalên wî sed sal berê ji gundê Şêxûsivê hatine Merxendê. Di sala 1964an de diçe bajarê Êlihê, li wir 25 salan dijî. Li Êlihê hew li veşartî û pelik û zêr û zîvan digere. Di 1989an de diçe bajarê Mersînê, 14 salan lê dimîne. Dû re di 2003an de mala xwe dibe Amedê û çar salan li wir dijî. Di 2007an de diçe navçeya Bismilê û li wir karê xwe yê entîqecîtiyê didomîne.

Bîranîn û serpêhatiyên wî yên gencînegeran ji aliyê Hîlmî Akyol ve hatine berhevkirin û ji hêla Weşanên Do ve hatine çapkirin[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hîlmî Akyol (2010). Serpêhatiyên gencînegeran ji devê Salihê Ûsiv. Weşanên Do, Stembol.