Hîlmî Akyol
Hîlmî Akyol | |
|---|---|
| Jidayikbûn | Dersil, Hezro, Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê |
| Pîşe | Nivîskar |
| Netewe | Kurd |
| biguhêre | |
Hîlmî Akyol (jdb. 1960î li Dersila Hezroyê, li Diyarbekirê) nivîskar û berhevkarê edebiyata devkî ya kurdî ye.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kal û bavên Akyol bi eslê xwe ji bajarê Çewligê ji navçeya Darahênê ji eşîra Tavzî ne. Kalikên wî li gundê Şêxanê bûne. Sed û heştê sal berê mala wan ji gundê Şêxana Darahênê bar dike diçe bajarê Amedê navçeya Hezroyê. Kurdên dimilî ne. Malbata wî heya kalê wî Sîrac bi dimilkî zanibûye. Ji kalê wî Sîrac û vir de dimilkî hatiye ji bîr kirin, êdî kurmancî peyivîne. Not salan li navenda Hezroyê dimînin. Kalê wî Sîrac wek nazirê beglera pêşî diçe Gundê Sûrka ya navçeya Karazê. Piştî çend salan ji Sûrka diçe navçeya Hezroyê gundê Dersilê.
Di warê Akyol de, di sala 1960î de li gundê Dersilê, navçeya Hezroyê, li bajarê Amedê ji diya xwe dibe. Hêj şeş heyvî ye mala wan diçe bajarê Amedê taxa Erebşêxê. Di sala 1971ê de mala wan diçe taxa Cemal Yılmazê. Dibistana seretayiyê ya Alpaslan, di sala 1973an de; dibistana navîn a Alî Emîrî di sala 1976an de û dibistana amadeyî ya Ziya Gökalp jî di sala 1979an de li Amedê diqedîne. Di sala 1978 an de mala wan ji taxa Cemal Yilmazê diçe taxa Ofîsê.
Akyol di sala 1979an de dest bi berhevkirin û deşîfrekirina çîrok, stran, destan û fabl û pêkenokên kurdî dike. Wekî ajokarê tankêr û qamyonê kar dike. Ji sala 1984an heya sala 1991ê heft salan bi tankêrê mazot û petrola xam û neftê ji bajarên başûr ji Mûsil û Telafer û Bejiyê dikişîne bajarên Batman û Mersîn û Îskenderûn û Meletiyê. Ji sala 2001ê heya sala 2004an jî li Tirkiyê qamyonçîtiyê dike. Di dema qamyonçîtiyê de jî berhevkariya xwe didomîne. Di sala 2006 an de mala xwe carekdin dibe nava bedenê taxa Fatîhpaşayê.
Di sala 2016an de di şerê nava Sûrê de xaniyê wî tev û eşyayên wî tên şewitandin û xerakirin. Di sala 2016an de li nava Sûrê taxa Ziyagokalpê dikeve xaniyek. Sê salan li taxa Ziyagokalpê dimîne. Di adara sala 2019an de dîsa mala xwe dibe taxa Ofîsê. Ji sala 2006 an heya sala 2017an, 12 salan di şaredariya bajarê mezin a Amedê de dixebite. Di sala 2017an de malnişîn dibe. Jiyana xwe li bajarê Amedê didomîne.
Heya niha 160 pirtûkên wî, sê cîldên Antolojiya Dengbêjan, pirtûkek ji devê jinan stranên dawetê, pirtûkek antolojiya çîrokbêj û destanbêjan, du pirtûk bi Rojîn Zarg re amade kiriye. Pirtûka "Ez Eyşe Şan im" jî bi Zeyneb Yaş re amade kiriye, bi tevahî 160 pirtûk hatine weşandin. Sê pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine weşandin. Sê pirtûk ji aliyê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê ve jî hatine weşandin. Çar pirtûk ji aliyê weşanxaneya bi navê Elma, çar pirtûk jî ji aliyê - Weşanxaneya Do ve hatine weşandin.
Ji sala 2007an û vir de antolojiya dengbêjan a ku projekteke YEyê û şaredariya bajarê mezin ê Amedê û Navenda Çanda Dîcle Firatê ye, bi tevî hevalên xwe wekî komîsyon amade dike. Niha jî karê berhevkariyê didomîne.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. (tîrmeh 2025) |
- 2000 Senem Xanim Enstîtuya Stembol
- 2002 1 Mîrze Meheme û Çapik Ehmed Enstîtuya Stembol
- 2002 2 Tembûzêrîn û Tembûrzîvîn Enstîtuya Stembol
- 2004 1 P. Kurdî (li gel Rojîn Zarg) Enstîtuya AMEDÊ
- 2004 2 Huso û Nazê (li gel Rojîn Zarg ) Enstîtuya AMEDÊ
- 2006 1 Dosya Gulê Weşana ELMA
- 2006 2 Hacîra Meydîn Weşana ELMA
- 2006 3 Rast û Sextekar Weşana ELMA
- 2006 4 Riqya Pale Weşana ELMA
- 2006 5 Awirên Rojê Weşana DO
- 2006 6 Diz û Derewkar Weşana DO
- 2006 7 Keçelikê Serdar Weşana DO
- 2006 8 Misterî Hazir e Weşana DO
- 2006 9 Çîrokên Mala Zalê Enstîtuya AMEDÊ
- 2007 Antolojiya Dengbêjan 1 Ş. B. Mezin a Amedê
- 2008 1 Çar Gulên Amedê Weşana DO
- 2008 2 Tîna Rojê Weşana DO
- 2008 3 Mamê Rovî Weşana DO
- 2008 4 Nêrgiza Hemê û Hawîsana Reşît û Zîna Elîxan DO
- 2008 5 Firingî Firîn Weşana DO
- 2008 6 Ez Eyşe Şan im (li gel Zeyneb Yaş) Enstîtuya DIHOKÊ
- 2009 Antolojiya Dengbêjan 2 Ş. Mezin a Amedê
- 2010 1 Kerdiz Weşana DO
- 2010 2 Ji Devê Emîna Brahîm û H. Reşît û Salika Feyzî
- 2010 3 Serpêhatiyên Gencînegeran Weşana DO
- 2010 4 Ji Devê Mehemedê Ûsivê Goçkar Weşana DO
- 2010 5 Kew û Kew Weşana DO
- 2010 6 Roja Pîroz Weşana DO
- 2014 1 Zava ker in Weşana DO
- 2014 2 Kurd û Leşkerî Weşana DO
- 2014 3 Tajiya Qazûxa Weşana DO
- 2014 4 Gula Niştiman Weşana DO
- 2014 5 Cixarekêş û Qolciyên Çavsor Weşana DO
- 2014 6 Feqî û Sofî- Salihê Ûsiv Weşana DO
- 2014 7 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 1 Weşana DO
- 2014 8 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 2 Weşana DO
- 2014 9 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 3 Weşana DO
- 2014 10 Antolojiıa Çîrokbêj û Destanbêjan Ş. Amedê
- 2015 1 Ji Devê Jinan Stranên Dawetê Ş. Amedê
- 2015 2 Antolojiya Dengbêjan 3 Ş. Mezin a Amedê
- 2017 1 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 4 | J&J
- 2017 2 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 5 | J&J
- 2017 3 Qevdek Stran | J&J
- 2017 4 Qaz û Ravvan | J&J
- 2017 5 Tiriyê Şor Xweşe Xweş | J&J
- 2017 6 Kurd û Leşkerî 2
- 2017 7 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 6 | J&J
- 2017 8 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 7 | J&J
- 2017 9 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 8 | J&J
- 2017 10 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 9 | J&J
- 2017 11 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 10 | J&J
- 2017 12 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 11 | J&J
- 2017 13 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 12 | J&J
- 2018 1 Hiseynê Kurdî | J&J
- 2018 2 Çîrok û Stranên Meyrê | J&J
- 2018 3 Nirnê Şêrwanê | J&J
- 2018 4 Agiro Xweş Agiro | J&J
- 2018 5 Ziyareta Hemzeliyê | J&J
- 2018 6 Bîranînên Masîyaniyan | J&J
- 2018 7 Roja Nû | J&J
- 2018 8 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 13 | J&J
- 2018 9 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 14 | J&J
- 2018 10 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 15 | J&J
- 2018 11 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 16 | J&J
- 2018 12 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 17 | J&J
- 2018 13 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 18 | J&J
- 2018 14 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 19 | J&J
- 2018 15 Şîretên ZArokan | J&J
- 2018 16 Ji Devê Mêran Stranên Dawetê | J&J
- 2018 17 Ji Devê Jinan Stranên Dawetê | J&J
- 2018 18 Çend guhertoyên Çîroka Mem û Zînê | J&J
- 2018 19 Çîrokên Mala Zalê 2 | J&J
- 2019 1 Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan 2 Weşan jj.
- 2019 2 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 20 | J&J
- 2019 3 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 21 | J&J
- 2019 4 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 1 | J&J
- 2019 5 Dengbêj û Çîrokbêjên Xerzan 1 | J&J
- 2019 6 Dengbêj û Çîrokbêjên Xerzan 2 | J&J
- 2020 1 Heft Guhertoyên Mem û Zîn 2 | J&J
- 2020 2 7 Guherto Sêva Hecî û SîEhmed û Xecê J&J
- 2020 3 8 Guherto B. Narîn û Cembelî- Derwêşê Evdî J&J
- 2020 4 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 22 | J&J
- 2020 5 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 23 | J&J
- 2020 6 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 24 | J&J
- 2020 7 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 25 | J&J
- 2020 8 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê 26 | J&J
- 2020 9 Jin Jîne Jiyan e Evîn e, Evîndar e 1 | J&J
- 2020 10 Jin Jîne, Jiyan e, Evîn e Evîndar e 3 Weşan jj.
- 2020 11 Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan 3 | J&J
- 2021 1 Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê – 27 | J&J
- 2021 2 Ez Ehmed Pamûqçî Me | J&J
- 2021 3 Antolojiya Çîrokbêj û Dengbêjan – 4 | J&J
- 2021 4 Dengbêj û Çîrokbêjên Xerzan – 3 | J&J
- 2021 5 Hinek Rastiyên Me | J&J
- 2021 6 Antolojiya Dengbêjên Amedê-1 | J&J
- 2021 7 Antolojiya Dengbêjên Amedê-2 | J&J
- 2021 8 Antolojiya Dengbêjên Amedê-3 | J&J
- 2021 9 Antolojiya Dengbêjên Amedê-4 | J&J
- 2021 10 Antolojiya Dengbêjên Amedê-5 | J&J
- 2021 11 Antolojiya Dengbêjên Amedê-6 | J&J
- 2021 12 Qewimîn û 12 Stran – 1 | J&J
- 2022 1 Qup bikevin | j&j
- 2022 2 Heft Guhertoyên Bedran û Huznayê | j&j
- 2022 3 Heft Guhertoyên Çîroka Elo | j&j
- 2022 4 Heft Guhertoyên Çîroka Keçelik | j&j
- 2022 5 Heft Guhertoyên Çîroka Mîrze Meheme | j&j
- 2022 6 Heft Guhertoyên Gulî Xanimê | j&j
- 2022 7 Heft Guhertoyên Kalo û Xalit axa | j&j
- 2022 8 Heft Guhertoyên Kulik û Kerro | j&j
- 2022 9 Jin Jîn e Jiyan e Evîn e Evîndar e – 2 | j&j
- 2022 10 Jin Jîn e Jiyan e Evîn e Evîndar e -4 | j&j
- 2022 11 12 Qewimîn û 12 Stran -2 | j&j
- 2022 12 Ehmed Pamûqçî ( 3 )Wiha Got | j&j
- 2023 1 Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan 5
- 2023-2- Baqek Çîrokên Gelêrî
- 2023-3-7 Guhertoyên Teyar û Derwêş
- 2023-4-7 Guhertoyên Newala Paxır Madenê
- 2023-5- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Farqînê 1
- 2023-6- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Hezroyê 1
- 2023-7- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Licê 1
- 2023-8-12 Qewimîn û 12 Stran 3
- 2023-9- Dengbêj û Çîrokbêjên Serhedê 1
- 2023-10- Pênc Guhertoyên Çîroka Gul û Sîno
- 2023-11- Şeş Çîrokên Eliyan
- 2023-12- Ji Devê Mêran Stranên Dawetê 3
- 2023-13-12 Qewımîn û 12 Stran 4
- 2023-14- Antolojıya Çîrokbêj û Destanbêjan 1
- 2023-15- Antolojıya Çîrokbêj û Destanbêjan 6
- 2023-16- Dengbêj û Çîrokbêjên Botan 1
- 2023-17- Dengbêj û Çîrokbêjên Serhedê 2
- 2023-18- Heft Guhertoyên Strana ZilkîFê Mala Xatûnê
- 2023-19- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Hezroyê 2
- 2023-20- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Farqînê 2
- 2023-21- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Licê 2
- 2024- 01- Dozde Qewimîn û Dozde Stran 5
- 2024- 02- Dengbêj û Çîrokbêjên Mêrdînê 2
- 2024- 03- Baqek Çîrokên Gelêrî 2
- 2024- 04- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 1
- 2024- 05- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 2
- 2024- 06- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 3
- 2024- 07- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 4
- 2024- 08- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 5
- 2024- 09- Antolojiya Çîrokbêjên Amedê 6
- 2024- 10- Dengbêj û Çîrokbêjên Serhedê 3
- 2024- 11- Dengbêj û Çîrokbêjên Pasûrê
- 2024- 12- Dengbêj û Çîrokbêjên Bismilê
- 2024- 13- 12 Çîrokên Bi Stran û 12 Stran 1| J&J
- 2024- 14- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Karazê| J&J
- 2024- 15- Pênc Guhertoyên Hesenê Alê| J&J
- 2024- 16- Stranên Hem Nav 1| J&J
- 2024- 17- Qevdekî Bîranîn û Bihîstın û Serpêhatî 1| J&J
- 2025 - 01 - Baqek Çîrokên Gelêrî 2| J&J
- 2025 - 02 - Dozdeh Çîrokên Bi Stran û Dozdeh Stran - 2 | J&J
- 2025 - 03 - Dozdeh Qewimîn û Dozdeh Stran - 6| J&J
- 2025 - 04 - Heft Guhertoyên Bozan Begê Pîrê | J&J
- 2025 - 05 - Ji Devê Sosina Mewlûd (1) Bîranîn û Serpêhatî | J&J
- 2025 - 06 - Ji Devê Sosina Mewlûd (2) Bihîstin | J&J
- 2025 - 07 - Pênc Guhertoyên Çîroka Eladîn û Usamedîn | J&J
- 2025 - 08 - Qevdekî Bîranîn û Bihîstin û Serpêhatî | J&J
- 2025 - 09 - Stranên Hemenav - 2| J&J