Samuel de Champlain

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Samuel de Champlain
ji destê wênesaz Théophile Hamel (1870)

Samuel de Champlain (jdb. 1567 li Brouage nêzîkî Rochefort; m. 25ê kanûna pêşîn a 1635an  li Québec) yek ji kaşîf û dagirkêrên navdar ên Frensî ye.

Ew di sala 1603îde cara yekemîn hatiye herêma Québec a Kanadayê û wî ev bajarê Québec avakiriye. Wî herwekî li DYAyê jî gelek cih keşfkiriye. Goleke bi navê wî tê binavkirin ku wî keşfkiriye, Gola Champlain.

Champlain kesekî ku di dîroka dagirkerî û keşfkariya Frensî de cihekê girîng distîne ye.