Sema Yüce

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sema Yüce (Serhildan) hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Sema Yüce
Rojbûn 1971
Dûtax, Agirî
Mirin 17ê hezîrana 1998an (27 salî)
Sedemê mirinê Çalakiya xweşewatê
Esil  Kurd
Pîşe Aktîvîst
Partiya polîtîk Partiya Karkerên Kurdistanê
Raman Azadîxwaz
biguherîneBelge

Sema Yüce (1971 Dûtax, Agirî - 17ê hezîrana 1998an) aktîvîsteke siyasî ya kurd e.

Jiyana wê[biguherîne]

Sema Yüce di sala 1971ê de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a ser navçeya Dûtax a Agirî yê ve ji dayika xwe re bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî li Tûtakê û amadehî zanîngehê li Agiriyê xwend. Di 1989an de di Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngehê Teknîk a Rojhalata Navîn a Enqerê qezenc kir û çû Enqerê. Li vir wî bi xwendekarên welatparêz re civiya û beşdarî xebata ciwanên YCKê bû. Di sala 1991an de ji ber zextê dewleta tirk ji zanîngehê derket û çû Mêrdînê li wir tevlî rêxistina PKKê bû.[1]

Beşdarbûna Çiya[biguherîne]

Sema Yüce di sala 1991an de li Mêrdînê tev li refên PKKê dibe. Yuce piştî demekî mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Abdullah Ocalan nas dike û nirxandina Ocalan a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re dike hêman, di sala 1992yan de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.[2]

Hêsîrgirtina wê[biguherîne]

Yüce li Serhedê xebatên aktîv dide meşandin û piştî demekî ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî sê mehan li ser îxbarekî tê girtin. Yüce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîgeha Nevşehirê û piştî Nevşehîrê sirgûnê Girtîgeha Çanakkaleyê dibe.[3]

Çalakiya wê[biguherîne]

Sema Yüce piştî şeş salan li girtîgehê dimîne, li dijî girtina Abdullah Ocalan, di sala 1998an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21ê adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yüce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stembolê, di 17ê hezîranê de ji ber xweşewatê jiyana xwe ji dest da.[4]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Gazetesi, Yeni Yaşam (2019-06-16). "Ateşten yaratılan bir yaşam". Yeni Yaşam Gazetesi (in tirkî). Retrieved 2020-04-10.
  2. "Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv | | E-Rojname" (in îngilîzî). 2019-06-17. Retrieved 2020-04-11.
  3. "Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv | | E-Rojname" (in îngilîzî). 2019-06-17. Retrieved 2020-04-11.
  4. "Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv | | E-Rojname" (in îngilîzî). 2019-06-17. Retrieved 2020-04-11.